Berhem Salih careke din serdana Tirkiye dike

Komîsyona Têkiliyên Derve ya parlementoya Iraqê ragihand ku wê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih careke din serdana Tirkiyê bike. Her wiha hate gotin ku wê piştî vegera Tirkiyê serdana Siûdî jî bike.


Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya parlementoya Iraqê Rêbiwar Kerîm ragihand ku wê di saetên pêş de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih dest bi serdanên ji bo Tirkiye û Siûdî bike.

Kerîm li ser armanca serdana ji nişkave ya Berhem Salih jî wiha got, “Ev serdanane ji bo guftûgokirina rewşa Iraqê û pêkanîna ewlekarî û aramiya welat pêk were.”

Berhem Salih roja pêncşemê jî serdana Urdun kiribû û bi paşayê duyemîn yê Urdun Abdulla û serok dewletê Filîstînê Mehmûd Abbas re civiyabû. Di van civînan de behsa rewşa dawî ya herêmê û karên hevbeş yên li gel van welatan hatibû kirin.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih 3’yê Çileya îsal (2019)  jî serdana Tirkiyeyê kiribû.

(bz)