Cotyarên Deşta Hewlêrê diyar dikin ji ber kêmbarîna îsal berhemê wan bi kêrî dirûnê nayê. Cotyaran gotin, ji ber hişkesaliyê ziyanek mezin gihaye berhemên wan. Berpirsekî Wezareta Çandiniyê jî diyarkir, îsal berhemê genim yê cotyaran ji pêdawîstiyên navxwe gelek kêmtire.
Cotyarên deşta Hewlêrê îsal wek salek hişkesaliyê ji bo berhemê dexlûdan binav dikin. Cotyarên ku di zeviyên xwe de genim çandine, diyar dikin ji ber kêmbarînê berhemê wan ber dirûnê nakeve. Lê cotyarên ku zeviyên xwe bi rêya ava bîran av dane, diyar dikin berhemên wan ta astekê baş çêbûye.
Welatiyê bi navê Îbrahîm Reşîd ev 25 salin li Deşta Hewlêrê cotyariyê dike. Îbrahîm got: “Kêm baranî û hişkesaliyê berê xwe daye me. Min zêdetirî 35 donim zevî genim çandiye. Lê ji ber kêmbarînê ez ji dirûnê bê hêvî mam, wê berhem tenê bi kêrî sewalan were.”
Îbrahîm Reşîd da zanîn hikûmet û wezareta çandiniyê alîkariya cotyaran nekiriye û got: “Emê îsal dest betal bimînin. Me ziyanek mezin a madî dîtiye. Ger mîna îsal, salek din hikûmet alîkariya me neke, ezê zeviyên xwe de çandiniyê nekim.”
Hin cotyaran zeviyên xwe bi hêviya baranê ve nehêlane, zeviyên xwe bi sîstema mereşe, ava bîran û cûyan avdane û berhemên xwe ji hişkbûnê rizgar kirine. Li gor gotina wan berhemê wan baş çêbûye.
Hêwir Casim jî nêzî 20 salin li Deşta Hewlêrê cotyariyê dike, Hêwir da zanîn ji ber par wî derdê hişkesaliyê dît, îsal zeviyên xwe bi ava bîran avdaye. Wî nêzî 150 donim zevi xistiye genim û ce, lê hişkesaliyê zêde bandora xwe li zeviyên wî nekiriye.
Hêwir Casim rexne li hikûmetê kir û got: “Hikûmet alîkariya cotyaran nake, diviyabû hikûmetê tov, dermanê kimyawî û sotemenî daba cotyaran. Her wiha hikûmet bi nirxek kêm genim ji cotyaran werdigre. Ji ber wê cotyar sud ji berhemên xwe nabînin. Tenê westana wan jêre dimînin. Ger bi vî awayî her sal ziyanê bibînin, wê salên bên çandiniya genim nekîn.”
Salane pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi nêzî milyonek ton genim heye daku pêdawîstiyên navxwe pê temam bike. Lê li gor pêşbîniyên Wezareta Çandiniyê, berhemê îsal yê genim nagihe 130 hezar tonan.
Rêveberê Beşa Plandanînê li Wezareta Çandiniyê Hîşam Ebdulxaliq, da zanîn îsa hişkesalî bû. Hîşam got, “Salane zêdetirî 3 milyon û 500 hezar donim zevî li Kurdistanê bi genim tên çandin. Lê ji ber kêmbaranî û hişkesaliyê, berhemê beşek ji cotyarên devera Germiyan û deşta Hewlêrê çênebûye û ber dirûnê nakeve.”
Hîşam Ebdulxaliq da zanîn Herêma Kurdistan salane pêwîstiya wê bi 950 hezar ton genim heye. Lê îsal berhemê navxwe herî zêde wê bibe nêzî 300 hezar ton. Hîşam got, “Ji bo temamkirina pêdawîstiyên navxwe, wê hikûmet pişta xwe bi genim û arê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo para xurakê veqetandiye her wiha genimê ji derve de tê, girêde.”
Rêveberê Beşa Plandanînê li Wezareta Çandiniyê Hîşam Ebdulxaliq, destnîşankir par li Herêma Kurdistanê 126 hezar ton genimê cotyaran radestî sayloyan hat kirin. Hîşam diyarkir ew pêşbînî dikin îsal jî wê bi qasî par genimê cotyaran wergirin.
(kş)