Berhemên xwemalî zêde bûne

Qeymeqamtiya Silêmaniyê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand îsal ji par sê qat zêdetir berhemên xwemalî yên fêkî û zebze ketine bazarê. Her wiha ragihand berhemên xwemalî ji bo parêzgehên Iraqê jî tê şandin.


Li gorî daxuyaniyek ya Qeymeqamtiya Silêmaniyê, li parêzgeha Silêmanî berhemê zebze û fêkî yên xwemalî têra pêdawîstiyên nava bazarê dike û sê qat zêdtir ji par berhemên xwemalî zêde bûne. Her wiha hate gotin ji ber zêdahiya berheman, gelek caran berhemên xwemalî ji bo parêzgehên din ên Iraqê jî têne şandin.

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin, Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed, di civîna li gel komîsyona çavdêrîkirina hevsengiya berhemên çandiniyê de daye diyarkirin ku ewê ji bo zêdekirina asta berhemê xwemalî piştgiriya cotyaran bikin. Her wiha ewê piştgiriya projeyên ji bo zêdekirina berhemên xwemalî jî bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, di civînê de biryar hatiye girtin ew ê rê nedin berhemên ji derve bi  qaçax têkevin nava bazarê.

(şk)