Berwarî: Siyaseta AKP’ê wê li hember Kurdan bi ser nekeve

Şemî, 21 May 2016 – 19:04 

Berwarî: Siyaseta AKP’ê wê li hember Kurdan bi ser nekeve

Siyasetmedarê Kurd Dr. Kamûran Berwarî bal kişande ser rakirina yasaya destlênedana parlamenterên HDP’ê û wiha got; “Ev karek bêwijdanî, ne ehlaqî û ne yasayî ye. Divê êdî Kurd li Amedê parlamentoya xwe ava bikin û ev siyaseta AKP’ê ya dijî Kurdan wê sernekeve.”


AŞTÎ EHMED/ ROJNEWS

Siyasetmedarê Kurd Dr. Kamûran Berwarî bal kişande ser rakirina yasaya destlênedana parlamenterên HDP’ê û wiha got; “Ev karek bêwijdanî, ne ehlaqî û ne yasayî ye. Divê êdî Kurd li Amedê parlamentoya xwe ava bikin û ev siyaseta AKP’ê ya dijî Kurdan wê sernekeve.”

Duh xala duyemîn a pêşnûme qanûna rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê di parlamentoya Tirkiyeyê de bi 374 dengên ‘erê’ hat qebûlkirin. Siyasetmedarê Kurd û mamostayê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî vê der barê de ji ajansa me re axivî.

Kamûran Berwarî wiha got; “Ev biryar AKP’ê bi armanca rakirina mafê parastinê yê parlamenterên HDP’ê ye. Ev kiryarek ku dihat payîn bû. Ji ber ku AKP ti carî nebûye beşek ji çareserkirina pirsgirêkan bi rêya demokrasî û aştiyê. AKP’ê di hilbijartinên Mijdara 2015’ê de karî bi karanîna hêzê dengên xwe zêde bike. Her wê demê dest bi xebatên dewletê ber bi dîktatoryetê ve bibe kir. Ji bo wê jî rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê jî geveke ji vê yekê.”

Derheqê xebata parlamenterên HDP’ê ya piştî rakirina yasaya destnedana wan, Kamûran Berwarî wiha peyîvî; “Pêwîste Kurd û parlamenterên HDP’ê di qada navneteweyî de xebatên xwe yên demokratîk bimeşînin. Her wiha parlamenterên HDP’ê vegerin Amedê û parlamentoya xwe ava bikin. Her wiha sîstema xweserî ya demokratîk ragihînin. Ji hemû dinyayê re bêjin ji ber li Tirkiyeyê rêya aştî, demokrasî û diyalogê hatiye girtin, Kurdan sîstema xwe ya konfederalîzmê ragihandine.”

‘Siyaseta niha AKP dimeşîne, siyaseta dawî li xwe anînê ye’

Kamûran Berwarî daxuyakirin ku AKP wê di siyaseta xwe ya niha li Bakûrê Kurdistanê dimeşîne bi ser nekeve û wiha dawî li axaftina xwe anî; “AKP niha siyasetekî yekperest û dîktarorane dimeşîne. Di demek ku cîhan ber bi demokrasiyê ve dimeşe, AKP ber bi dîktatoriyê ve diçe. Pêwîste AKP li gel Qendîl û Îmralî dest bi guftûgo bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebat bike. Niha siyaseta AKP dimeşîne siyaseta dawî li xwe anînê ye.”

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist