Berxwedana dijî qeyûmên AKP’ê dewam dike

Berxwedana li Amed û Wanê li dijî desteser kirina şaredariyan di roja 24’an de berdewam bûn.


Dewleta Tirk a dagirker şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê desteser kir û qeyum avêt ser. Li dijî vê 24 roj in Kurd li dijî desteser kirina şaredariyan di çalakiyan de ne.

Amed

Çalakiyên HDP'ê yên li dijî tayînkirina qeyûman di roja 24'an de berdewam kir. Rêxistinên HDP'ê 24 rojin li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê nobetê digirin. Îro jî Rêxistina HDP'ê ya Amedê Li kolana Lîseyê kom bû û çalakiya xwe berdewam kir. Dîsa polîsan girse dorpêç kir. Girsê di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Nûnerên saziyên jin, hunermend, Parlamenterên HDP'ê, Nûnerên rêxistinên civakî û gelek kesên din amade bûn.

Li Kolana Ziya Gokalp Lisesî dîsa kursî hat avakirin û axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de pankarta "Dest nede vîna min" vekirin. Dîsa polîsan xwestin mudaxale bikin û demekê rageşî derket. Rêxistinên Kedê jî bi pankarta xwe hatin qadê. Rêxistinên Kedê bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli û endamên meclîsê li vir civîn li dar xist. Beriya civînê Endamê Meclîsa HDP'ê û Berdevk Mehmet Akdogan axaftina destpêkê kir. Li vir Hevşaredar Selçuk Mizrakli jî axivî û got: "Hevolno ez hekîm im. Min sonda Hipokrat xwariye. Ez cudahiyê naxim nava ziman, bawerî û nijadan. Ev partî û ev xet, xeta wan kesan e yên ku sonda Hipokrat xwarine”

Uca: Li Mexmûrê nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca jî bal kişand ser dorpêça Kampa Mexmûrê û wiha got: "Dorpêça kampê didome. Li dijî vê dorpêçê dayikên aştiyê li ber xwe didin. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Dayikên ducanî yên nekaribûn biçin nexweşxaneyê zarokên xwe winda kirin. Ger ku Kurd nebin yek wê her dem rastî pêkanînên bi vî rengî bên. Divê em pirsgirêkên xwe ên şexsî dînin aliyekî û têkoşîna xwe bilintir bikin.

Guven: Du dayikan lêborîna xwe xwestin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm de got: "Çalakiya rûniştina li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê provokasyon e. Lê lîstika wan pûç dibe. Îro li gorî agahiyên ji me re hatin, du dayikên tev li çalakiyê bûbûn lêborîn xwestin û ji wir veqetiyan. Niha AKP-MHP di rewşa dijwar de ye. Niha li pêş avahiya HDP'ê provokasyon heye."



Çalakgerên Nobeta Demokrasiyê piştî axaftinan 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn. Wê sibê li heman qadê çalakiya xwe berdewam bikin.

Wan

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûm di roja 24’an de ye. Di çalakiyê Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî, banga destpêkirina pêvajoyekî nû ya bi Ocalan re kir û wiha got; “Tenê aşitî dikare vî welatî rizgar bike.”

Di Nobeda Demokrasiyê ya li pêşiya avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Parlamenterên HDP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, Dayikên Aşitiyê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Polîsan herêma ku daxuyanî lê were dayîn bi wesayîtan dorpêç kir û tevlîbûna gel a ji bo çalakiyê asteng kirin.

Çalakgeran pankarta “Ne îradeya qeyûm îradeya gel” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û Mehmet Kamaç ku beşdarî çalakiya nobedê bûbûn axivîn.

Surucu wiha got; “Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî vê desteserkirinê bidomînin. Sedemek yê tayînkirina qeyûman sîstema hevserokatiyê ye. Em jin vê hincetê jî şermezar dikin. Em ê heta dawiyê sîstema hevserokatiyê biparêzin. Sîstema hevserokatiyê xeta me ya sor û mor e.”

Surucu diyar kir ku bi tayinkirina qeyûman re destpêkê destkeftiyên jinan hatiye hedef kirin û wiha domand; “Rêzdar Ocalan bi gotina ‘Ez dikarim doza Kurd di nava hefteyekê de çareser bikim’ bang li desthilatdariyê kir. Lê weke hûn dizanin di nava hefteyekê de qeyûm tayînî sê şaredariyên bajarê mezin kirin. Bi qeyûman bersiv dan banga Rêzdar Ocalan. Di nava vê kaosê de tenê bi çareserkirina doza Kurd re hûn dikarin ji nav derkevin. Yekane muxatabê aştiyekî bi rûmet Rêzdar Ocalan e. Em carek din bang li desthilatdariyê dikin; dev ji polîtîkayên qeyûm û desteserkirîna vîna gel berdin, ji bo çareseriya doza Kurd û aştiyeke bi rûmet bi Rêzdar Ocalan re pêvajoyekî nû bidin destpêkirin. Tenê aştî dikare vî welatî rizgar bike.”

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç jî got yekane rêya çareseriyê rêbazên aştiyane ye û li dijî qeyûman divê her kes têbikoşe. Çalakiya nobedê bi dirûşmeyan bi dawî bû.