Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî 2 hefte li pey xwe hişt û di roja 14’emîn de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê herî zêde xwîn rijiya.
Duh di roja 14’emîn de li bajarê Zahîdan a navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hêzên Îranê komkujî kir. Rayedarên Îranê qala qetilkirina 19 kesan dikin, lê li gorî çalakvanên Belûç 36 xwepêşander hatine kuştin û 58 kes jî birîndar bûne.
Li Zehîdanê piştî ku hejmarek xwepêşander ber bi navendekî polîsan çûn ku li dijî destdirêjiya efserekê ya li ser zarokek dirûşme diavêtin alozî derket û hêzên Îranê gule reşandin.
Li Sine jî weke rojên borî bi piştgiriya jin û ciwanan xwepêşandan berdewam bû. Hêzên Îranê li çend cihan li dijî xwepêşandanan serî li riya şîdetê dan.
Herwiha li Seqiz, Kirmaşan, Urmiye û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hebûn.
Li Gîlan Xerib futbolvanê Kurd ê klûba Traktursaz a Tebrêzê Kawe Zezayî bi hînceta piştgirîkirina xwepêşandana hate binçavkirin.
Li herêmên cuda yên Tehranê ku ji roja qetilkirina Jîna Emînî ve qada nerazûnane şeva borî jî xwepêşandanê berdewam kir.
Herwiha li Tehranê cenazeyê jina temen 17 salî ya bi navê Nîka Şakiremî ya ku di roja 10’an a xwepêşandanan de winda dibû hate dîtin.
Li parêzgehên din ên Îranê yên weke Xuzistan, Tebrêz, Meşhed, Kirman, Faris û çend parêzgeh û bajarên din xwepêşandan berdewam bûn.
Li ser daxwaza partî, rêxistin û aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro biryare gireva giştî destpê bike.
(ab)