Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Mexmûrê hatin bi bîranîn

Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek meşek hat lidarxisitn.


Duh êvarî li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, şêniyên Wargehê li ber deriyê şaredariyê kombûn û bi awayek girseyî dest bi meşê kirin.

 

Di meşê de alên KCK, KJK, posterê Ocalan, posterên her çar pêşengên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatin hilgirtin. Meş bi diruşmên ‘Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin, Bijî Berxwedana Zindanan, Berxwedan jiyane’ heta navenda Çand û Hunerê dewamkir. Li navenda Çand û Hunerê daxuyaniyek ji aliyê Mamosta Sedîq Benek ve hat dayîn.

Mamosta Sedîq Benek di daxuyaniyê de bal kişand li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û got: “ Ji beriya her tiştî di kesayeta pêşengên 14’ê Tîrmehê de tevayî şehîdên Kurdistanê bi bîrtînim û bejna xwe li ber wan de di tewînim. Wek tê zanîn dîroka Kurdistanê dîrokek ji agire, jiber wê jî kesên ku xwe li hemberî berxwedan û têkoşîna gelê Kurd ranagirin, êrîş dikin û dixwazin bi fetisînin. 14’ê Tîrmehê jî di vî aliyî de giringiyek xwe heye. Eger em dîroka Kurdistan û dîroka Rojhilata Navîn bigrîn dest, emê bibînîn tekoşînên ku derketîn hemû di conteya leşkerî de tine bibûn.”

Benek herî dawî got: “Pêwîste em wî ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê roj bi roj zindîtir bikin. Ji bo wê jî pêwîste em ji bo tekoşîna Kurdistanê, ji tevgera azadiyê û ji Rêber Apo re bibin bersîv. Li beranberî vê jî pêwîste em li himberî kedxwariyê, xiyanetê berxwedana xwe hîn mezintir û bilintir bikin.”

Piştî axaftinê meş bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Bi heman armancê dûh bi şev li Saziya Malbatên Şehîdan sînevîzyona ku li ser têkoşîn û berxwedana pêşengên 14’ê Tîrmehê, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatî amadekirin hat nişandan. Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin, Bijî Berxwedana Zindanan’bi dawî bû.

(xr-xt)