Beşa Duyan a berhema Manîfesyona Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê, ‘’Şaristaniya Kapîtalîst: ‘’Serdema Êzdayên Bêmaske û Kralên Tazî’’ bi Italî hate wergerandin û çap bû.
Beşa Duyan a berhema Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê, ‘’Şaristaniya Kapîtalîst: ‘’Serdema Êzdayên Bêmaske û Kralên Tazî’’ li Italî hate wergerandin û çap bû. Pirtûk ji hêla Edîsyona Insîyatîva Navnetewî bi Punto Rosso re çap bû.
Hate diyarkirin beşa sêyan a pirtûkê jî biharî wê were çapkirin, ku Insîyatîva Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Kurdistanê re Aştî pirtûk gihandibû ber destê xwenevanan.
Têkilî çapbûna pirtûkê Insîyatîvê got,’’Em pê şanaz û bextewar in ku em beşa duyan a pirtûka bi navê ’Şaristaniya Kapîtalîst: ‘’Serdema Êzdayên Bêmaske û Kralên Tazî’’ digihînin ber destê xwendevanên Italî.
Di vê pirtûkê de Abdullah Ocalan datîne holê ku kapîtalîzm ne tenê berhema van çarsed salên dawî ye, domdariya şaristaniya klasik e. Ocalan di vê pirtûkê de dikeve pey kana hîyerarşî, desthilat, yekdestî û netewdewletê ku rê li çêbûna kapîtalîzmê û serweriya vêdike. Ocalan ku li ser pênaseya kapîtalîzmê ji Marx bêhtir nêzî ya Brudel disekine, ji şêwaza hilberandinê bêhtir girîngî dide nirxa-zêdek û serhevîbûna desthilatê. Ji ber vê jî hedefa navendî ya rexneya Wî netew-dewleta kapîtalîst e ku yekdestiya herî xurt a aborî, leşkerî û îdeolojîk e.
https://ocalanbooks.com/#/book/la-civilta-capitalista