‘Bi azadbûna Birêz Ocalan re wê li Tirkiyeyê aramiyek mezin çêbibe’

image_print

Çarşem, 10 Gelawêj 2016 – 12:49 

‘Bi azadbûna Birêz Ocalan re wê li Tirkiyeyê aramiyek mezin çêbibe’

Parlamenterê YNK’ê Ferhad Qadir û berpirsê Yekgirtûya Îslamî Erselan Salih diyar kirin ku kîlala çareseriya pirsgirêkan li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê azadiya Ocalan e. Her wiha endamê komîta navendî ya Hizba Zehmetkêşan Mele Rizgar jî got; “Bi azadbûna Ocalan re wê li herêmê aramiyek mezin çêbibe.”


BERHEM LETÎF/ GERMIYAN

Ji meha Nîsana sala 2015’ê ve dewleta Tirk li hemberî Rêberê PKK’ê tecrîda girankirî xistiye meriyetê. Heya niha çendîn caran parêzer û malbatê ji bo hevdîtina li gel Ocalan serlêdanên kirine jî, ji aliyê dewletê ve nehatine qebûlkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê rû da virde heya niha parêzeran ji bo hevdîtinê 18 caran serlêdan kirine û hemû ji hatine redkirin.

Têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin parlamenterê YNK’ê li Ferhad Qadir, berpirsê buroya 4’em ê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Germiyan Erselan Salih û endamê komîteya navendî yê Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê Mele Rizgar ji ajansa me re axivîn.

Parlamenterê YNK’ê li Bexda Ferhad Qadir got; “Ji dema Birêz Ocalan hatiye girtin vir de, hemû dema hevdîtin li gel Birêz Ocalan hatiye çêkirin, li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê aramî çêbûye û pêvajoya aştiyê zêdetir pêş ketiye. Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji dervey rêya aştiyê ti rêyên din jî bikar nayne.”

‘Bê Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin’

Ferhad Qadir wiha jî peyîvî; “Weke YNK hemû demê me diyar kiriye ku li Bakûrê Kurdistanê bê Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Her wiha polîtburoya YNK’ê jî li hemberî hemû bûyerek li Bakûrê Kurdistanê rû daye xwedî helwest bûye.”

‘Divê Ocalan demek herî zû de bê azadkirin’

Her wiha berpirsê buroya 4’em ê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Germiyan, Erselan Salih jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Tecrîdkirina Birêz Ocalan ji pîvan û yasayên vê serdemê dûrin. Ji bo wê jî em daxwaz dikin ku Ocalan di demek herî nêz de bê azadkirin. Pêwîste desthilatên Tirk bizanin ku aramiya rewşa Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê girêdayî azadiya Ocalan e.”

‘Azadiya Birêz Ocalan kilîla çareseriya pirsgirêka Kurd e’

Erselan Salih wiha jî peyîvî; “Weke Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê em dibêjin, divê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê pêvajoya aştiyê neyê rawestandin. Divê rayedarên Tirk jî bi vê hestiyariyê ji bo azadkirina Birêz Ocalan tevbigerin. Azadkirina Birêz Ocalan kilîsa çareseriya pirsgirêka Kurd e li Tirkiyeyê.”

‘Tişta niha li Tirkiyê rû dide encamê siyaseta şovenîzm a Erdogan e’

Endamê komîteya navendî yê Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê Mele Rizgar jî wiha axivî; “Rewşa ku niha Tirkiye ketiye navde, ew jî endamê şovenîzma Erdogan e. Birêz Ocalan di nivîsên xwe yên demê buhrî de bal kişandiye ser rewşa niha li Tirkiyeyê rû dide. Tişta ku niha rû dide ji bo Tirkiyeyê karesatek mezin e.”

‘Hemû pêkhateyên herêmê jî azadiya Birêz Ocalan dixwazin’

Mele Rizgar wiha jî got; “Hemû pêkhateyên herêmê êdî azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Birêz Ocalan kesayetek şoreşger û xwedî fikrên mezin e. Ger Ocalan bê azadkirin, wê li herêmê rewş hîn baştir û aramtir bibe.”

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Nûçeyê binirxînin.

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist