Bi hatina zivistanê re neft nayê belav kirin welatî jî daran dibirin

Li bajarokê Soran bi hatina zivistanê re ji ber ku neft nayê belav kirin, welatiyan çavê xwe berdane ser birîna daran. Lê birînan daran metirsiyê dixe ser jîngeya navçeyê. Welatî jî diyar dikin ku êdî baweriya wan bi sozên rayedaran nayê û ji ber ku neft nayê belav kirin mecbûrin daran bibirin.


Li bajarê Soran yê ser bi parêzgeha Hewlêr welatî amadekariya werza zivistanê dikin. Pêwîste hikûmet neftê belav bike, lê heya nihya neft nehatiye belav kirin. Vê yekê we kiriye ku welatî çavê xwe berdin dar birînê. Birîna daran jî wê ziyanê bigihîne jîngeya navçeyê.

Niştecihê gundê Cinêraweye a se bi bajarokê Soran Şêxe Circis axivî û got ku sala borî wana li gundê xwe sopeyên daran bikaranîne û wiha pêde çû; “Emê îsal jî sopeyên daran bikarbînin, ji ber ku êdî baweriya welatiyan bi rayedarên hikûmetê nîne û neftê belav nakin. Hikûmet nikare rêya dar birînê bigre, sala borî jî hikûmet dixwest dar neyên birîn. Lê nekarî rê li ber dar girtinê bigre, ji ber ku li gelek deveran neft nehat belav kirin. Xelk neçar ma daran bibire. Li gorî min ji bo ku êdî dar neyên birîn, divê hikûmet neftê belav bike.”

Serokê Rêxistina War yê ji bo parastina jîngeyê Hejar Mahîr jî li ser vê mijarê ji RojNews re axivî û got; “Tenê li sînorê qezaya Çomanê dest bi belav kirina neftê hatiye kirin. Ev belav kirin jî gelek hêdî diçe, ji bo vê li gorî lêkolînên me li bajarokê Soran welatiyan dest bi dar birînê kirine. Ev jî karesatek a li hemberî jîngehê ye. Ger di demek nêzîk de neft neyê belav kirin, em jî neçarin dest bi zextan bikin. Em bi aliyên peywendîdar dinava guftugoyê dene, da ku neft zû bê belav kirin.”

Rêveberê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî jî li ser vê yekê ji RojNews re axivî. Çelebî got ku mixabin ev çend roje welatiyan dest bi dar birînê kirine. Çelebî diyarkir ku wana wek bajarokê Sîdekan dest bi girtina rêyên dar birînê kirine. Çelebî di dewamê de got; “Heya niha me li Sîdekan dest bi belav kirina neftê nekiriye, lê me bi parêzgeha Hewlêr re hevdîtin kirine daku di demek zû de neft bê belav kirin.”

(nr)