Bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistan ji bo Rojava li ser piyan bûn

image_print

Şemî, 2 Nov 2019 – 21:09  NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistan ji bo Rojava li ser piyan bûn

Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê bi hezaran welatî herikîn kolan û qadan. Welatiyan welatiyan daxwaz kirin ku baregehên sîxurî û leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin.


Îro bi wesîleya 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê bi hezaran welatî herikîn kolan û qadan. Welatiyan bi meş û xwepêşandanên li dar xistin careke din piştevaniya xwe ya bi gelê Rojavayê Kurdistanê û Berxwedana Rûmetê re nîşan dan.

Ranya

https://tv.rojnews.news/videolar/3-11-2019-ranya-grdbwnawa-bo-rojawa.mp4″>

Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de welatiyan daxwaz kir ku pêwîst e di vê demê de ji bo baregehên sîxurî yên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin werin zext bên pêşxistin.

Kelar

Her wiha li Kelar a girêdayî herêma Germiyan jî danê êvarî bi dirûşma, “Germiyan piştevanê Rojava ye” li Parka Leyla Qasim a navçeyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya ji aliyê Eniya Niştimanî ya li dijî Dagirkeriyê de hat lidarxistin daxuyaniyek hat dayin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya piştevaniya navxweyî û navneteweyî ya ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê. Her wiha girîngiya boykotkirina malên Tirkî hat destnîşankirin.

Çemçemal

https://tv.rojnews.news/videolar/3-11-2019-chamchaml-xopishandan-bo-rojawa.mp4″>

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist