Bi sedan wesayît berbi Qendîlê ve birêketin

Ji bo tevlî merasîma Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wê bibin, îro hezaran kes ji Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Raperîn û gelek herêmên din li Raperîn kom bûn. Girseya ku li Raperîn kombûbû, di van kêliyan de berbi Qendîlê ve birê ketin.


Bi sedan wesayîtên ku berbi Qendîlê ve birêketin, posterên Ocalan, Diyar Xerîb, alên KCK û PKK’ê rakirin. Girseya Qelebalix piştî gihîştin Kortekê wê heya şehîdgehê bi meş biçin. Di meşê de wê dagirkeriya Tirk û hevkariya herêmî ya li gel Tirkiye were şermerzar kirin.

Girseya diçin Qendîlê ji ber şahadeta Xerîb û hevalên wî xemgînin. Girse li hember dagirkeriya Tirk û hevkarên wî jî bihêrsin û vêya bi dirûşmên, “Tirkiye biçe bo derve”, “Bimre xiyanet”, “Helmet Namire” û “KCK gele” di qîrin.

Wê li şehîdgehê gul deynin ser gora Diyar Xerîb û hevalên wî. Her wiha wê peyamên KCK, PKK-PAJK û gelek pêkhate û rêxistinên din jî bên xwendin.

(bz)