Bi wesîleya cejnê gorên şehîdan hatin ziyaretkirin

Bi wesîleya Cejna Remezanê, welatiyan, endamên Komîteya Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê, Tevgera Azadî û RJAK’ê li Hewlêrê serdana gorên şehîdan kirin.


Endamên Komîteya Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Tevgera Azadî û welatiyan bi wesîleya Cejna Remezanê li Hewlêrê serdana gora şehîd Başûr û şehîd Karzan kirin.  

‘Em bi şehîdên xwe serbilind in’

Bavê şehîd Başûr Mam Hadî yê li vir li ser navê Komîteya Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê axaftinek kir got, “Em îro bi boneya cejna Remezanê hatine şehîdên xwe bi bîr bînin. Xwîna şehîdên me pir pîroz e, em dest ji rêya şehîdên xwe bernadin. Em bi şehîdên xwe serbilind in.”

‘Pêwîstî bi yekgirtinê heye’

Li ser navê RJAK’ê jî Semîre Salih, wiha axivî: “Ji bo xwîna şehîdan vala neçe, divê hemû alî di bin sîwana Kongreya Neteweyî de kom bibin û li hember dijminên gelê Kurd rawestin. Ji ber di vê pêvajoyê de pêwîstiya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi yekgirtinê heye.”

(yş)