Bîlançoya dawî ya vîrûsa koronayê

Li seranserî cîhanê heta niha 472 hezar û 162 kes bi vîrûsa korona ketine. Herwiha 114 hezar û 849 kes jî sax bûne. Bi giştî 21 hezar û 309 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.


Li gorî daneyên dawî, heta niha li seranserî cîhanê 472 hezar û 162 kes bi vîrûsa korona ketine. Herwiha 114 hezar û 849 kes jî sax bûne. Bi giştî 21 hezar û 309 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bîlançoya herî giran li Îtalyayê ye. Heta niha li Îtalya 74 hezar û 386 kes pê ketine, 7 hezar û 503 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 hezar û 362 kes jî sax bûne. Li Spanyayê 3 hezar û 647 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Îranê 2 hezar û 77 kesan, li Fransayê hezar û 333 kesan, li Emerîka hezar û 32 kesan, Brîtanya 463 û Holanda 356 kesan jiyana xwe ji dest dane.

(ab)