Bîrdariya qurbaniyên 14’êTebaxê tê nûkirin

Bîrdariya komkujiya bajaroka Til Izêr a Şengalê ku piştî êrîşên bombeyî yên 14’ê Tebaxa 2007’an hatibû çêkirin, lê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû hilweşandin, bi minasbeta salvegera komkujiyê, ji nûve tê çêkirin.


14’yê Tebaxa sala 2007’an, li bajaroka Til Izêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir ên girêdayî Şengalê bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk hatibûn. Di êrîşan de nêzî hezar kes hatibûn qetilkirin û 7 hezar jî birîndar bibûn. Her wiha aqûbet hinek welatiyan nehat zanîn, dîsa ziyaneke gelekî mezin a madî pêk hatibû.

Piştî komkujiyê, li cihê teqîna li Til Izêr ji bo bîranîna qurbaniyan Bîrdariyek hatibû çêkirin, lê çeteyên DAIŞ’ê dema di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşên hovane pêk anîn, ev bîrdarî jî hilweşandibû.

Di salvegera 12’emîn a komkujiyê de, gelê herêmê hîn jî di nava êş û azaran de ye. Li aliyekê qurbaniyan bibîr tinin, aliyê din, ji bo bîranîna qurbaniyan Bîrdariya li Til Izêr ji nû ve çêdikin.

Bîrdarî, ji aliyê komeke ciwanên Êzidî ve bi awayekî dildarî tê çêkirin.

 

Yek ji ciwanên Bîrdariyê çêdikin Seyîd Qasim têkildarî mijarê agahî dan û got:

”Di sala 2007’an de li vî cihî teqînek çêbibû. Lewma ji bo ku ev karesat neyê jibîrkirin, remzek (Bîrdarî) hatibû çêkirin. Lê dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, li gel her tiştekî dîrokî, mizargeh û bîrdarî jî hilweşandin. Me jî xwest wekî komek ciwanên Êzidî vê remzê ji nû ve çêbikin û qurbaniyan bibîr bînin.”