Birînên Til Izêr û Sîba Şêx Xidir hîn jî nehatine kewandin

Di ser komkujiyên Sîba Şêx Xidir û Til Izêr re ku nêzî hezar kes hatibûn qetilkirin, 12 sal derbas bûn, lê hîn birînên wan nehatine kewandin û lêkolîn nehatine kirin, berpirsyar nehatine cezakirin.


14’yê Tebaxa sala 2007’an, li bajaroka Til Izêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir ên girêdayî Şengalê êrîş dijwar ên bombeyî pêk hatin. Êrîş bi 4 wesayîtên bombebarkirî pêk hatibûn û komkujî pêk hatibûn. Têkildarî hejmara qurbanî û birîndaran zanyariyên fermî nehatibûn dayîn, lê li gorî agahiyên ne fermî di êrîşan de nêzî hezar kes hatin qetilkirin û 7 hezar jî birîndar bûn. Her wiha aqûbet hinek welatiyan nehat zanîn. Dîsa ziyaneke gelekî mezin a madî pêk hat.

Di ser komkujiyê re 12 sal derbas bûn, lê hîn jî birînên Til Izêr û Sîba Şêx Xidir nehatine kewandin. Berevajî wê, êrîşên dawî yên 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbûn jî, bi ser de hatin. Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jî bi dehan kes hatin qetilkirin û bi sedan jî koçber bûn. Tevî evqas êş û qirkirinan jî, heta niha lêkolînek nehatiye meşandin, berpirsyar nehatine cezakirin û pêdiviyên gel nehatine bicîhanîn.

Pirsgirêka ewlekariyê

Dema ku komkujiya 2007’an pêk hat, ewlekariya herêmê di destê hêzên PDK û Hikûmeta Iraqê de bû. Her wiha di êrîşên 2014’an jî heman hêz li herêmê bûn. Rêyên ku ji Şengalê diçin Sîba Şêx Xidir û Til Izêr 2 rêyên sereke ne û wê demê di bin kontrola hêzên PDK’ê de bûn. Her wiha ji aliyê bajaroka Baac û aliyê Şengalê ve 3 seytereyên (bendên kontrolê) ên hêzên PDK’ê li ser van rêyan hebûn.

Ji ber ku têkildarî mijarê lêkolînek dorfireh nehatiye kirin, zanyariyên zelal nîn in, lê gelê herêmê dibêje ku wê demê, beriya êrîşan seytere vala bûn, lewre seyareyên bombebarkirî bi rehetî derbas bibûn. Her wiha hinek rayedarên Pêşmergeyan destnîşan kiribûn ku îhtîmala êrîşekê heye û hişyarî dabû gel ku bi komî nesekinin.

Hikûmeta Iraqê tiştek nekir

Balkêş e ku tevî komkujiyên evqas mezin û ziyana zêde jî, hikûmeta Iraqê heta niha lêkolînek nekiriye, lewma li ser aqûbeta kesên winda zanyarî nehatine bidestxistin, her wiha ziyan nehatine testpîtkirin û pêdiviyên welatiyan nehatine pêkanîn. 

Şahidê komkujiyê: Wê rojê dinya bi ser me de hilweşiya bû

Li aliyê din gelê herêmê hîn ev birîna kûr jibîr nekiriye. Yek ji şahidên komkujiyê Hesen Birahîm ku ew bixwe ji bajaroka Til Izêr e, bi van gotinan behsa wê rojê kir: “Roja teqîn çêbû ez di rêde bûm, diçûm gunde Borik. Di dema teqînê de seyareya min qulibî, lê tiştek limin nehat. Bi alîkariya gundiyên me ez vegeriyam malê. Bûyer saet derdora 4-5’an de çêbû. Dema hatim malê denge balafiran jî dihat. Careke din dengê teqînek pir mezin hat. Min got balafirli me didin, ewqas dengê wê hebû. Malên me hemû xirab bûn. Şibaka malê hemû hûr bû û li çavênbirayê min ketin, hemû bûxwîn. Me dizanî ka çi çêbûye. Gel got şer çêbûye. Gundiyên me hemûyan çekên xwe dan ser milê xwe û xwe li gorî şer amade kirin. Di navagund de fîşek hatin avêtin ku gel ji malên xwe derkevin.”

Hesen Birahîm da zanîn ku wê rojê, aloziyek gelekî mezin hebû, her kesî pirsa mirovên xwe dikir û wiha dom kir: “Te digot qey dinya bi ser me de hilweşiyaye. Piştî bûyerê min mal û gundê xwe nas nekir. Me dizanî çi bûye, lewma hemû kes ditirsiyan. Li nava gund dengê zarok û gundiyan bilind dibû.”

Birahîn destnîşan kir ku piştre çûne cihê teqînê û hewl dane birîndaran xilas bikin. Birahim wiha dom kir: “Gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha hinek kes winda bûn û me nizanî çi li wan hatiye. Gelek kes hatin revandin, lê em nizanin ji aliyê kê ve hatine revandin. Qasî em dizanin nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji hinek malbatan 20 kesan jiyanaxwe ji dest dan.”

Birahîm êrîşa 2007’an wekî amadekariyên fermana 3’yê tebaxa 2014’an binav kir û got: “Fermana 3’yê Tebaxê gelekî mezintir bû. Ji ber ku ne tenê kuştin û qetilkirin bû, di heman demê de tunekirina çand û baweriya me bû. Ji ber vê jî bihezaran jin, zarok û ciwanên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin.”

Hesen Birahîm di dawiya gotinên xwe de xwest ku hemû civaka Êzidî bibe yek ku karibin Şengalê biparêzin û ava bikin. Birahîn xwest ku Til Izêr, Sîba Şêx Xidir û gundikê Izêr neyên jibîrkirin, çi dibe bila bibe tucarî çand, bawerî û axa xwe bernedin.