‘Biryara Iraqê li ser welatiyên DYA’yê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbas dibe’

Sêşem, 31 Jan 2017 – 14:17 

‘Biryara Iraqê li ser welatiyên DYA’yê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbas dibe’

Parlamenter Emîn Bekir got; “Ger Parlamentoya Iraqê biryara qedexekirina welatiyên DYA ya ji bo Iraqê bixe meriyetê, ev wê demê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbas dibe.” Li ser heman mijarê parlamenter Arêz Ebdullah diyar kir ku xistina meriyetê ya vê biryarê ji aliyê Iraqê ve hinek zehmete.


RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya duh de, li dijî biryara serokê nû yê DYA’yê Donald Trûmp a nehiştina welatiyên Iraqê bikevin Amerîka, biryarnameyek amade kir û ji bo bikeve meriyetê pêşkêşê Desteya Wezîran a Iraqê hat kirin. Li ser mijarê parlamenterê Tevgera Goran Emîn Bekir û parlamenterê YNK’ê Arêz Ebdullah ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ger ev biryar bikeve meriyetê, wê demê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbas dibe.

Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê, Emîn Bekir got; “Ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve biryarnameyek hatiye amadekirin û li benda bersiva DYA ye. Ger Amerîka li ser biryara xwe bi israr be, wê demê Iraq jî wê vê biryara xwe bixe meriyetê.”

Emîn Bekir got; “Hikûmeta Iraqê dikare vê biryarê pêk bîne, yan jî dikare rawestîne.”

Têkildarî Herêma Kurdistanê jî, parlamenter Emîn Bekir got; “Ev biryar ji bo Herêma Kurdistanê jî derbas dibe. Ji ber ger welatiyê DYA bixwaze bê Herêma Kurdistanê û li ser pasporta wî vîzeya Iraqê nebe, wê demê destûr nayê dayîn bikeve Herêma Kurdistanê de.”

Her wiha parlamenterê YNK’ê li Parlamentoya Iraqê, Arêz Ebdullah jî wiha got; “Xistina meriyetê ya vê biryarê ji aliyê Iraqê ve zehmete. Belê Iraq ji bo parastina rûmeta xwe û mafê xwe yê navdewletî, ji bo cardin Amerîka vê biryara xwe berçavan re derbas bike, divê bersivek a Iraqê hebe.”

Têkildarî sedema nepêkanîna vê biryarê jî, Arêz Ebdullah wiha got; “Niha hejmarek zêde ya welatiyên DYA li Iraqê ne. Gelek ji van ji bo alîkariya penaber û sedemên cûdatir li virin. Ji bo wê jî pêkanîna wê wisa hêsan nabe. Ev biryara Trûmp krîzekî siyasî ye ji bo DYA’yê.”

Di 27’ê Çileyê de Serokê nû yê DYA’yê Donald Trûmp îmze avête bin biryarekî nû ya destûr nedana welatiyên Sûriye, Iraq, Îran, Libnan, Sûdan, Sûmal û Yemen heya 90 rojan nekevin DYA’yê de. Ev biryara Trûmp li gelemperiya dinyayê nerazîbûnek mezin li beranberî xwe da çêkirin.

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist