Boykotkirina malên Tirkî dewam dike

Esnafek li Akrê malên Tirkî hemû boykotkir û bang li hemû esnafan jî kir daku malên Tirkî boykot bikin.


Li Başûrê Kurdistanê boykotkirina malên Tirkî dewam dike. Bi taybet esnafên Başûrê Kurdistanê bi awayek germ nêzî pêngava boykotkirina malên Tirkî dibin. Li navçeya Akrê a ser bi Dihokê esnafek hemû malên Tirkî boykotkir.

Esnaf diyarkir ku ji bo Tirkiye pereyê wan nede bi çek û cibilxane, ew malên Tirkî boykot dikin.