کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gulan 22, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Budak: Emê ji bo çareseriya pirsgirêkên wargehê bixebitin

  ROJNEWS- MEXMUR
25/01/2022 - 1:09:36 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Budak: Emê ji bo çareseriya pirsgirêkên wargehê bixebitin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Hevseroka nû ya Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûre Filîz Bûdak diyar kir bi polîtîkayên dorpêçê hewl didin statûya wargehê jê bistînin û got: “Gelek pirsgirêkên ji ber vê sedemê ji bo wargehê çêbûne û gel tengav dike hene, emê ji bo çareserkirina wan hewldanên pêwîst bidin û erka xwe bicîh bînin.”

2.Kongreya Meclîsa gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 7’ê Çileya 2022’an de bi diruşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxelê, têkoşînê bilind bikin, statuya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin’ hat li darxistin. Di kongreyê de hevserokên nû Filîz Bûdak û Yûsûf Kara hatin hilbijartin.

Hevseroka nû ya Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak encamên kongreyê û plansaziya li pêş meclîsê nirxand.

Filîz Bûdak dazanîn hem êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûrê, hem jî hewldanên Iraqê yên dorpêçkirin û jê girtina statûya wargehê, hem jî qedexeya çûyîn û hatinê ya li ser wargehê di rojeva wan de bûye û ji bo parastina wargehê nîqaşên pêwîst hatine meşandin.

Bûdak diyar kir di kongreyê de xebatên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, rewşa ewlekariyê ya Mexmûrê, dorpêç û zextên li ser wargehê,  pirsgirêkên aborî û perwerdehiyê yên çavkaniya xwe ji dorpêçê digirin hatine nirxandin û ji bo çareseriya wê jî pêşniyar pêşketine û plansazî hatine derxistin.

Filîz Bûdak diyar kir ji ber dorpêça PDK’ê ya li ser wargehê rewşa xwendekarên divê biçin zankoyê jî têkçûye û danîn li ser vê mijarê bi taybet hatiye axaftin û ji bo çareseriya wê jî hewldanên pêwîst dê werin dayîn.

Her wiha li ser pirsgirêkên aboriyê jî Bûdak diyar kir komîteya aboriyê ya meclîsê wê li ser mijarê bixebite û alternatîfên ji bo çareseriyê pêşbixin.

Ji bo rêzik û pîvanên meclîsa Îştar ji bo jiyana civakî ya wargehê daniye jî Bûdak diyar kir, ew weke meclîsa gel diber pêkanîna peyman û biryarên civakî yên Meclîsa Îştar de jî berpirsyarin û ewê weke jinek bibin pira di navbera meclîsa gel û meclîsa jin a Îştar de.

Bûdak têkildarî planên ji bo ciwanên wargehê jî wiha axivî: “Ji bo em ciwanên xwe ji pergala modernîteya kapîtalîst dûr bixin û hişmendiya netewa demokratîk pêşbixin, emê hewl bidin aktîvîteyên çandî, werzîşÎ û civakî yên ji bo ciwanan zêde bikin.”

Li ser xebatên zanistî û nivîskî jî Bûdak dazanîn ewê hewl bidin xebatên nivîskî yên li ser wargehê li navendên fikrî zêde bikin û heta dikarin ji bo wargehê kampên Jineolojiyê jî rêxistin bikin.

Filîz Bûdak her wiha dazanîn wan di kongreyê de hem gelek biryar girtine hem jî plansaziya du salan a xebatê derxistine û got: “Emê erka ku ji bo me hatiye dayîn bicîhbînin.”

(bz)

Nûçeya berê

20 roj in aqûbeta 2 ciwanên Biradostî nayê zanîn

Nûçeya pişt re

YJA Starê Fermandar Sozdar Cûdî bi bîranî

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Tevgera Azadî: Bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezariyek mezin e

Tevgera Azadî: Bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezariyek mezin e

Gulan 22, 2022
Sibe Çelebî bi merasîmeke girseyî berbi Bakurê Kurdistanê ve tê oxirkirin

Sibe Çelebî bi merasîmeke girseyî berbi Bakurê Kurdistanê ve tê oxirkirin

Gulan 22, 2022

Bazên Zagrosê 15 dagirkerên din cezakirin-NÛ BÛ

Dewleta Tirk bênavber Til Temirê topbaran dike

Jinên Êzidî êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin: Wê sernekevin!

Li Selahedînê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Nûçeya pişt re
YJA Starê Fermandar Sozdar Cûdî bi bîranî

YJA Starê Fermandar Sozdar Cûdî bi bîranî

Yên Li Pêş

Birîndarê kampa penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Birîndarê kampa penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Gulan 22, 2022

Duh di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî ku duh...

Gelê Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Gelê Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Gulan 22, 2022

Hemwelatiyê Wargeha Mexmûrê ku duh di êrişa balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk de birîndar bibû, şehîd...

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Di bombebarana Mexmûr de ciwanek birîndar bû

Gulan 21, 2022

Di bombebarana wesayîta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de ciwanek birîndar bû. Piştî êrişê şêniyên wargehê bi...

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Gulan 21, 2022

Di nava Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov ve hate bombebarankirin. Piştî êrişê...

Li Başîkayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Başîkayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gulan 22, 2022

Şevê din baregeha artêşa Tirk a dagirker a li bajaroka Zîlkan a ser bi Başîkayê bibû hedefa êrişan. Di encama...

Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Gulan 21, 2022

Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên îro li ser bajaroka Axceler û Mexmûrê pêkhatin peyamek da û êrişan...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist