Çalakiya Mertalên Zindî di roja duyemîn de berdewame

Duh ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li dagirkeriya artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bigirin, berê xwe dabûn Binarê Qendîlê û bi daxuyaniyek çapemeniyê çalakiya Mertalên Zindî dabûn destpêkirin. Çalakiya ciwanan di roja duwem de bi biryardariyek xurt di dome.


Duh ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li dagirkeriya artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bigirin, berê xwe dan Binarê Qendîlê. Piştî ku ciwan gihiştin Binarê Qendîlê, li wê derê bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihandin ku ew li dijî êrîş û dagirkeriyan dest bi çalakiya Mertalên Zindî dikin. Çalakiya ciwanan di roja duyem de bi biryardariyek xurt di dome.

Têkildarî çalakiyê Endamê Komela Ciwanên Welatparêz Cebar Elî ji Rojnews'ê re axivî û got; "Wek ciwanekî Başûrê Kurdistanê ez ji Şarezurê beşdarî vê çalakiya mertalên zindî bûme. Em hatine vê derê ji bo em helwesta xwe li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan bidin."

Di dewama axaftina xwe de Cebar Elî bang li ciwanên Başûr kir ku beşdarî çalakiyê bibin û wiha pêde çû; "Li Binarê Qendîlê daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistan û hemû Kurdek dikîn xwedî helwestbin û beşdarî çalakiya mertalên zindî bibin. Em bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikîn ku li dijî van êrîş û dagirkeriyan bêdeng nebin û xwedî helwest bin."

(şk)