کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gelawêj 9, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Çalakiya TAJÊ ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan 4 roj li pey xwe hişt

  ROJNEWS- ŞENGAL
01/12/2021 - 4:43:40 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Çalakiya TAJÊ ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan 4 roj li pey xwe hişt
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Çalakiya jinên Şengalê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyê terorê’ de 28’ê Mijdarê  li Baxçeyê Serok Apo yê li geliyê Kersê yê Şengalê destpêkiribû, di  roja 4’an de didome.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ li Bexçeyê Serok Apo li geliyê Kersê çalakiya konvedanê dabûn  destpêkirin.  Di roja 4’an de berpirsên sazî û dezgehên Şengalê serdana kon kirin û gotin, “PKK ne terorîst e, ne ji PKK’ê bûya niha wê Êzîdî nebûna.” Meclîsa Gel a Şengalê, Navenda Çand û Hunerê û Saziyan Mamosteyan a Şengalê îro çalakî dewr girtin.

Her wiha Rêvebera Navçeya Sînanonê Xwedêda Çûkê, Serokê Eşîrên Êzîdiyan, oldar û Semîr Şêx Derwîş jî serdana kon kirin.

Dema dewrkirina nobetê Emdana Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Neam Bedel xêrhatin li serdanvanan kir û got, “Em civaka Êzîdî tişta ku ji destê me were em ê texsîr nekir. Çawa ku PKK’ê piştevaniya me kiribe lazim e em jî piştevanê wan bin. Fikra ku dane ber me, em ê tim pê re bin. PKK her carê bi hawara gelên bindest ve diçe. Li Şengalê jî ji bo parastina civaka me şehîd dan. Em dibêjin PKK ne terorîst e. PKK partiya heq û sincê ye. Hêzên weke Tirkiyê ku her deverê dagir dikin, terorîst ew in. Em slavên xwe ji gerîlayên serê çiya re dişînin. Em dibêjin em tim li pişt wan in.”

Serokê Eşîra Feqîran Feqîr Berekat jî xwest ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin û got dema Fermana 73’yan tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hawara wan ve hatine, PKK ji gelên bindest re bûye destek û li Şengalê gerîlayan bi lehengiya xwe dîrokek nivîsandine.

Kerwan Şengalî li ser Navenda Çand û Hunerê axivî, diyar kir azadbûna Rêber Ocalan azadiya hemû gelên bindest e. Şengalî jî got dema fermanê tenê PKK bi hawara wan ve hatiye.

Xêrî Ednan li ser navê Meclîsa Gel a Şengalê axivî û got ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya Tirk silav kir.

Rêveberiya navçeya Sînonê Xwedêda Çûkê jî piştevaniya xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd nîşan da û got, ”Ji PKK’ê re terorîst dibêjin ew bixwe terorîst in û rêxistinên terorîst ên weke DAÎŞ’ê avadikin. ”

Heman demê Serokeşîra Feqîran Berkat Sincar got, ”Em qebûl nakin ku ji PKK’ê re terorîst were gotin. Ji ber ku, ne ji PKK’ê bûya niha wê civaka Êzîdî nebûya. PKK xwedî heqekî mezin e, çikû çi kesê ku neheqî lê tê kirin PKK bi hawara wan ve diçe. Xwezî her kes weke PKK’ê li ser rêya heqiyê bimeşiya. Ez bang li civaka Êzîdî idkim ku werin ser warê xwe.”

 

1 y 8
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

Nûçeya berê

Li Çoman çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê didomin

Nûçeya pişt re

Agahî ji Hasan Kaçar ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû dersînorkirin nayê girtin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Metirsiya rûxînê li ser hin dibistanên Soran hene

Metirsiya rûxînê li ser hin dibistanên Soran hene

Gelawêj 9, 2022
Li Hewlêrê agir bi dukanan ket

Li Hewlêrê agir bi dukanan ket

Gelawêj 8, 2022

Kongra Star tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezarkir

‘Metirsiyek cidî li ser tendirustiya girtiyan heye’

Dewleta dagirker êrişî gundek Qamişlo kir

HPG: 14 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Nûçeya pişt re
Agahî ji Hasan Kaçar ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû dersînorkirin nayê girtin

Agahî ji Hasan Kaçar ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû dersînorkirin nayê girtin

Yên Li Pêş

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Gelawêj 8, 2022

Belgefilma ‘Hêza’ ya serpêhatiya jineke têkoşer û fermandar ya Êzidî ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye  digire dest, li Mîhrîcana Belgefilman...

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Gelawêj 8, 2022

Şehîd Deniz Firat di 8’emîn salavegera şahadeta xwe de, ji aliyê hempîşeyên xwe û xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve...

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Gelawêj 8, 2022

Çavdêrê Siyasî yê Iraqî Waîl El-Rikabî diyar kir berê niha demekî şandeyeke ‘Ewlekarî û Saloxgerî’ serdana Hewlêrê kiriye û bi...

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Gelawêj 8, 2022

Li ser xwatirxwestina dawî ya stêrka ragihandina azad rojnameger û şervana heqîqetê Denîz Firat re 8 sal derbas bûn. Şervana...

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Gelawêj 8, 2022

Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Tîrmehê ya li Girê Amediyê weşand ku di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. Navenda...

Li Mexmûrê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Li Mexmûrê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Gelawêj 7, 2022

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûrê  (TCJM) û Tevgerên Ciwanên Mexmûrê (TCM)...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist