Çalakiya xwendekarên zanîngehê di roja 4’an de ye

Xwendekarên Zanîngeha Emerîkî ya li Silêmaniyê li dijî pêk neanîna biryara kêmkirina pereyên xwendina zanîngeh û peymangehên taybet, di roja 4’an de jî çalakiya xwe berdewam kirin. Xwendekaran destnîşan kirin ku eger biryar neyê bicîhanîn, ewê zanîngehê boykot bikin.


Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Herêma Kurdistanê di 15’yê cotmehê de biryar dabû ku di sala perwerdeyê ya 2019-2020’an de li tevahî zanîngeh û peymangehên taybet ên li Herêma Kurdistanê pereyên xwendinê yên ji xwendekaran tên stendindin, ji sedî 25 bê kêmkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Emerîkî ya li Silêmaniyê (Zankoya Emerîkî-Iraq/Silêmanî) ku hêjmara wan hezar û 400 e, diyar kirin ku biryara wezaretê ji aliyê rêveberiya zanîngeha wan ve nehatiye bicîhanîn. Xwendekarên zanîngehê ku ji bo salekê di navbera 4 û 8 hezar dolaran de pereyê perwerdeyê didin, di 15’yê mijdarê de li dijî helwesta rêveberiya zanîngehê dest bi çalakiyê kiribûn.

Xwendekarên ku her roj li pêşiya zanîngehê daxuyanî didin çapemeniyê û daxwazên xwe tînin ziman, îro jî daxuyanî da.

Li ser navê xwendekarên ku li pêşiya avahiya zanîngehê kom bûn û pankartên têkildarî daxwazên xwe vekirin, Suren Cemal daxuyanî xwend.

Suren Cemal bal kişand rêveberiya Zanîngeha Emerîkî biryara wezaretê li dijî berjewendiyên xwe dîtiye, lewma pêkanîna biryarê red kiriye.

Suren Cemal da zanîn ku, heta niha rêveberiya zanîngehê tu gav ne avêtine, lewma wan jî wekî xwendekaran biryara xwepêşandanan daye û wê heta 4 rojan xwepêşandanan lidar bixin.

Cemal anî ziman ku daxwaza wan bicîhanîna biryara wezaretê ye û bang li Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, her wiha bang li aliyên pêwendîdar kir ku ji bo pêkanîna biryarê gav bavêjin.

Cemal di dawiya daxuyaniyê de got ku eger di encama çalakiyên wan de jî biryar neyê bicîhanîn, ewê çûna zanîngehê boykot bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.