Çalekiya gireva birçîbûnê ya li Silêmaniyê berdewam dike

image_print

Duşem, 17 Berfanbar 2018 – 14:18  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Çalekiya gireva birçîbûnê ya li Silêmaniyê berdewam dike

Çalekiya girve birçîbûnê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya li bajarê Silêmaniyê berdewam dike. Çalekvanan diyar kirin ku heya tecrîd li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ranebe, ewê çalakiyên xwe yên cûrbicûr dewam bikin.


Bi dirûşmeya “ Emê sîstema Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn” çalekiya gireva birçîbûnê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya li bajarê Silêmaniyê di rojan 4’an de dewam dike.

Çalekiya gireva birçîbûnê ya Silêmanî her 2 rojan carekî bi komeke nû dewam dike. Wê çalekiya gireva birçîbûnê ya Silêmanî heya 28’ê kanûna 2018’an berdewam bike.

Gelek aliyên siyasî û kesayetên siyasî û çalakvan serdana çalekiya gireva birçîbûnê dikin û piştgiriya xwe ji bo çalekiyên radigihînin. Di vê çerçoveyê de duh li bajarê Silêmaniyê HDP, PYD, Tevgera Azadî serdana çalekgeran kiribûn.

Yek ji çalekgerê gireva birçîbûnê Zekî Çelebî li ser armanca girevê ji ajansa me re axivî û w got: “Armanca me vala derxistine komploya navnetewî û hilweşandina zextên li ser gelê Kurde. Ev 4 salin em agahî ji Rêberiya xwe nagirin û rê nayê dayîn ku ti kes biçe gel Rêbertî.”

Çelebî daxwaz ji gelê Başûrê Kurdistanê jî kir ku li hember zilma dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û Rêbertiya wê pêk tîne bêdeng nemîne.

Çalekgerê bi navê Serwet Akdenîz jî axivî û dazanîn ku divê êdî gelê Kurd raneweste, ji ber ne rewşeke asayiye. Em gihan wê astê ku hêdî ne rawestîn û ev bêdengî ne asayîye. Ji ber ku rewşa gel û Serokatiya me pir girane, pêwîste herkes helwestek cidî nîşan bide. Emê bi çalekiya xwe bersiva dijminên xwe bidin û emê îradeya xwe îspat bikin.”

https://youtu.be/0BJDq_p85_w?

(ep)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist