Cenazeyê Penaberê Siyasî û xwediyê xwaringeha Denîz piştî ku ji morga Silêmaniyê hate wergirtin berbi cihê lê hatî qetilkirin ve hate oxirkirin û li wir bi dirûşmeya ‘Tolhildan’ û çend dirûşmeyên din hate pêşwazîkirin.
Li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê cenazeyê Zekî Çelekiyê ku di şeva 17’ê Gulanê de lê hatîbû qetilkirin ji aliyê malbat, çalakvan, hunermend û welatparêzan ve hate pêşwazîkirin.
Di dema pêşwazîkirinê de dirûşmeyên, “Tohildan”, “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” hatin gotin.
Herwiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Zekî Çelebî hatibûn hildan.
Herwiha Hunermend Aware Kerkûkî stratek pêşkêşî Zekî Çelebî kir.
Niha peyama aliyên siyasî tê xwendin.