Cenazeyê şehîd Ehmed Cemal ê bi nasnav Merwan Derbendîxan, ji Silêmaniyê ber bi cihê lê jê dayîk bûyî ve tê oxirkirin.
Danê siharê li bajarê Silêmaniyê cenazeyê şehîd Ehmed Cemal (Merwan Derbendîxan) ber bi cihê lê jê dayîk bûyî navçeya Derbendîxanê ve hate oxirkirin. Di merasîma oxirkirina cenaze de bi dehan kes amade bûn.
Tê payîn îro bi merasîmekê li navçeya Derbendîxan cenazeyê Merwan Derbendîxan were veşartin.
Hêjayî gotinê ye şehîd Merwan, li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûye û duh cenazeyê wî ji Rojavayê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê hatibû şandin.