Çima di merasîma sondxwarina Barzanî de Ey Reqîb nehate xwendin?

 Li merîsan sondxwarina Nîçîrvan Barzanî ji ber Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu sîroda Ey Reqîb nehate xwendin. Herwiha di merasîmê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî weke 'Serok' hate bang kirin. Ji aliyê din ve nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî ji bo merasîmê nehatibûn vexwendin. Ev dîmenên ku di merasîmê de derketî holê bû sedema bertekan.


Di 10'ê Gulanê de li Hola Seîd Ebdullah a Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê bi merasîmekê sond xwar. Rewşa sosret a merasîmê bû sedema bertekan.

Merasîm ji derveyî avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk hat. Li gorî çavdêran ew rewş,'li hemberî parlamentoyê heqaret bû û ji girtina parlamentoyê kêmtir nîne.' Di merasîmê de serokên partiyan di rêzên pêş de rûniştin û parlamenter ji dabûn rêzên piştê.

Yek ji bûyerên ku herî zêde bû sedema bertekan, nexwendina 'Ey Reqeb' bû. Li gorî protokola marasîmê wê merşa neteweyî ya Ey Reqîb bihata xwendin. Lê, nehate xwnedin. Li gorî rojnamegeran sedema nexwendina 'Ey Reqîb' amadebûna Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bû.

Yek ji dîmenên din awayê pêşwazîkirina Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî bû ku bi merasîmek leşkerî hate pêşwazî kirin. Du caran ji aliyê Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve weke 'serok' hate bang kirin. Pêşkêşkirina gotarê wî jî xistinbûn pêşiya Serokkomarê Iraqê Berhem Salih. Lê ji sala 2017'an ve Mesûd Barzanî dest ji serokatiya Herêma Kurdistanê berdaye û ti erkên wî yên îdarî nîne.

Herwiha venexwendina nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî bû sedema bertekan. Li gorî daxuyaniya ragihandina Nêçîrvan Barzanî nêzetirî hezar û 200 nûner û berpirsên welatan, partî û hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn. Lê, qet nûnerekî Rojavayê Kurdistanê di merasîmê de nebûn. Lê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi fermî kantonên Rojavayê Kurdistanê naskiriye û nûnertiya wan li Herêma Kurdistanê heye.

Nêçîrvan Barzanî, di merasîmê de destê xwe danaî li ser Quranê û sond bi 'Xwedayê mezin' xar ku 'Mafan, destkeftiyan, yekrêzî û berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê biparêze.' Lê, di merasîmê de Wezîrê Derveyê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu amade bû, di heman demê de artêşa Tirk gundên Bêrkim û Xelîfan ên Bradost a Hewlêrê bombebaran û topbaran dikirin. Lê Nêçîrvan Barzanî ti helwest nîşan neda.

Rojnameger Pişder Babekir diyar kir ku merasîma sondxwinê zêdetir dişibiya şanoyekê û pêşkêşvanên wê jî desthilata PDK'ê bû û got; "Dibe ku merasîmek wiha jî peywendî bi hewldanên Nêçîrvan Barzanî ve hebe, ji bo tazmînatkirina şikestiya ku li Parlamentoya Herêma Kurdistanê rû bi rû bûye. Nekarî ser 90 dengên endamên parlamentoyê bi dest bixe. Xwest bi riya vê merasîma şanoyê re tazmînata dengên xwe yên kêm bide."

Pişder Babekir wiha domand;"Şermek mezine, sîroda Ey Reqîb ji ser xatirê Wezîrê Derve yê Tirk ji protokolê rakirin. Dîsan şermezek mezin bû ku Rojavayê Kurdistanê ezmûnek nûye û divê Başûrê Kurdistanê piştgiriyê biditê, nevexwendin merasîmê."

Pişder Babekir bal kişand li ser beşdarbûna Wezîrê Tirk û wiha domand;" Beşdarbûna Wezîrê Tirk, piştgirîkirina Nêçîrvan Barzanî bû. Ji ber ku li gorî min, wê Tirkiye wiha di astek bilinde de beşdarî merasîna karkirina Mesrûr Barzanî nebe."

Merasîma sondxwarina serokê Herêma Kurdistanê weke meresîmên welatên ku sîstema wan serokatiye pêk hat. Mîna vê merasîmê di 10'ê Tîrmeha 2018'an de ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayib Erdogan kirin ku sîstema welat kirin sîstema serokatî.

(ab)