Çima Kurd li Başûr ketin rewşek bi vî awayî, çareserî çi ye? – ANALÎZ

image_print

Yekşem, 22 Kewçêr 2017 – 13:09 

Çima Kurd li Başûr ketin rewşek bi vî awayî, çareserî çi ye? – ANALÎZ

Têkildarî rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, ew êrîş û tengasiyên rû dane û rû didin, nivîskar û rewşenbîr Herdî Omer, şîroveyeke analîzî dike û îşaret bi sedema vê rewşê û çareseriya wê dike.


HERDÎ OMER

Têkildarî rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, ew êrîş û tengasiyên rû dane û rû didin, nivîskar û rewşenbîr Herdî Omer, şîroveyeke analîzî dike û îşaret bi sedema vê rewşê û çareseriya wê dike.

Naveroka analîz û şîroveya nivîskar Herdî Omer wiha ye;

Berî niha bi 25 rojan PDK û ew partî, alî û kesayetên ku di çarçoveya fikrê PDK’ê de siyaset dikin, referandûm çekirin û bangaşeya vê dikirin ku êdî dema wê hatiye ji Iraqê cuda bibin. Bi van bangaşeyan beşek gelê me jî anîn lîstikê. Tevî ku dilsozên vî gelî yên nava Başûr û derveyî Başûr jî hewl dan ku PDK û dostên wî dest ji vê berdin jî, wan di ya dizanîn de israr dikirin. Ew ên ku digotin ne dema referandûmê ye, yan jî serxwebûn bi rêya referandûmê nabe jî weke kesên ne paqij, li dijî azadî û serxwebûna gelê Kurd û xayîn dihatin sûcdarkirin.

Gelek alî û kesan îşaret bi vê dikirin ku wê ev pêngav bandoreke pir neyênî li ser çarenûsa Kurdan bike. Lê, Mesûd Barzanî û alîgirên wî ev deng nedibihîstin. Tenê dengên ku pesnê wan didan û ji bo wan li çepikan dibîhistin. Carek jî nefikirin ku wek pêşiyên me dibêjin, “Dost ew e yê tede dide giriyandin, dijmin jî te dide kenandin.” Niha ew dostên we yên ku we ji bo referandûmê pişta xwe didanê li ku derê ne? Gelo ew dost bûn an ew ên ku digotin referandûmê nekin?

Herhal Mesûd Barzanî û partiya wî PDK, Yekgirtûya Îslamî û beşek zêde ya rêveberiya YNK’ê û partiya wan beşdarî rûniştina parlamentoyê kirin ku wan jî bixin ber berpirsyariyekê da ku ji bo xwe ji berpirsyariya encamên wê nedin paş û bi berpirsyarî tevbigerin. Mesûd Barzanî gelek caran di civînên ji bo referandûmê de îşaret bi vê dikir ku eger encamên referandûmê baş be, ew ji bo tevahî gel e, eger encameke xerap jî li gel xwe bîne ew berpirsiyariya vê radike!. Ya heya niha diyar e ne Mesûd Barzanî xwedî li axaftinên xwe xwedî derketiye, ne jî berpirsên hizbên din û yên hevparê vê biryarê bûn!.

Ya di van çar pênc rojên darbas bûyî de beşeke zêde ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ketine xema wê ku gelo siberoja wan ber bi ku derê ve diçe? Yan jî eger rasttir were destgirtin ew berpirsyarên ku ji nîv sedsalê zêdetir e rêveberiya gel dikin ji bo xeyalên wan pêk bînin xwe kirine rizgarkerên gel wan ber bi ku derê ve dibin? Gelo ev aşbataleke din e. Yan ev şikestineke din e? Her wisa şêstûşeşeke din e? Yan 31’ê Tebaxeke din e? Ji vê jî xeraptir di van bûyer û felaketên din de yên berpirsyar diyar bûn û xelk dizanîn ku lomeyan li kî bikin! Lê, di vê de yên berpirsyar û ev kirine xwe vedişêrin û berpirsyariyê diavêjin ser hev.

Ji her aliyekî bigirin heya her berpirsek bi şêweyekê dixwazin xwe paqij derxin û berpirsyarî bixin stûyê yekî din! Ev jî ji hemû pîvanên exlaqî dûr e. Ji ber divê yên berpirsyar rastbîn bin. Eger encamên referandûmê baş bûna û hinek destkeftî hebûna wê her kes xwedî lê derketiba û kiriba malê xwe. Yên rexne li pêkhatina referandûmê kirine jî dibe ku ji welat hatiban derxistin. Eşkere ye ku Mesûd Barzanî berpirsyarê yekemîn ê vî karî ye. Lê, bêguman eger YNK, Yekgirtûya Îslamî, Partiy komunîst û Partiya Sosyalîst piştgiriya Mesûd Barzanî û partiya wî nekiriban wê referandûm pêk nehatiba û em ê bi rewşeke wiha re jî rûbirû nehatibana. Lewma divê ev partî û rêveberiyên van partiyan di ber vê rewşê de berpirsyar werin dîtin û bikevin ber lêpirsînê. Bêguman di vê demê de helwesta herî exlaqî ya ji bo Mesûd Barzanî û yên beşdarî pêkanîna referandûmê bibûn ew e ku li xwe mikur werin ku şikest xwarine û xwe ji kar kişandine, herwiha rê bidin ku nifşeke nû berpirsyariya vê qonaxê hilgirin.

Mijareke din a pêwîst e di vê demê de îşaret pê were kirin jî ew e ku her kes û aliyek li ser encaman diaxivin. Kes naxwaze axaftinê li ser sedema pêkhatina vê rewşê bike. Ew ên ku li ser sedeman diaxivin jî beşeke wan a mezin ne xwedî pêşbîniyeke demdirêj in tenê dema kurt dibînin û tenê dibêjin pêkhatina referandûmê şaş bû, ji ber dema wê baş nebû. Bêgûman ev rexne rast e. Lê, pirsgirêk tenê ev nîne, referandûm di encama gelek têgihiştinan de pêk hatiye ku li Başûrê Kurdistanê siyaset bi vê zîhniyetê tê kirin û gelê qehreman jî di vê çerxa dizivirînin de gêj kirine.

Ji bo em analîzeke rast ji vê rewşa vê dawiyê derketiye holê re bikin û careke din çarenûseke wiha re neyê rû hev, divê eqliyeta siyasî ya Kurdên Başûr format bibe û bi eqliyeteke siyasî ya nû siyaset were kirin. Bêgûman ev jî erkê ew hemû xelkê dilsoz e ku gel difikirin, ne ku xwe difikirin û di hewldana wê de ne ku li ser bingeheke kevin a di navbera Melayî (Mele Mistefa Barzanî)- Celalî, PDK-YNK’ê de bi hinek rûyên nû û rûtirşkirî yên di nava van her du partiyan de ku dîsa rastî heman tas û heman hemam bên.

Eşkere ye ku gelê Başûr di vê astêdeye ku dawî li vê lîstikê bîne û êdî rê nede ku ti kes aliyek ev çende bi hest, girêdan û helwesta wan bilîze. Divê di vir de vê jî bêjim ku ev wisa ye ku pêwîst e ders jê derxin û rê nedin ti kes û aliyek xwe di navbera hikûmeta Iraqê û Heşdî Şebî de bikin bi qehremanên medyanên Kurdayetî. Divê em vê bizanin ku Kurdayetî dijayetî kirina Ereb, Tirkmen, Aşûrî, Ermen, Keldanî û neteweyên din nîne! Kurdeyatî ne ew e ku ew gelek rêveberiyên Kurd tiştên nexweş dikin û Kurdan nebaş didin nîşandan e! Kurdayetî ne ew e ku hemû tişt ji bo xwe helal bizane û ji bo xelkê din û heram dîtine!, Divê em vê bizanin ku pirsgirêka Kurd a li Iraqê ji pirsgirêka Kurd li çar parçeyên din ên Kurdistanê qut nîne. Ya heta niha dihate kirin xwe û xelk xapandin bû. Divê ji niha û şûn ve em nexapin! Divê em vê bizanin ku Kurdbûn ne ew e ku hemû Kurdistanê bikin qurbanê parçeyekî Kurdistanê û wê jî bikin qurbanê partiyekê, her wiha wê jî bikin qurbanê malbatekê yan jî çend berpirsan!

Kurdbûn û serbixweyî girêdayî dewletbûnê nîne. Çawa ku dewleta xilafet di sedsala 20. de wextê xwe derbas kiriye, maf, azadî û serbixwebûna gelê xwe jî bi dewlet netewe ve girêdan di sedsalda 20. de dema xwe derbas bûye. Kurdbûn girêdayî wê ye ku tu çiqasî bikî neteweyeke zindî, çalak û bikare bandorê li ser derdora xwe bike û cîhanê bike. Pêşketinên îro yên cîhanê jî derfet dide vê. Divê em jî hewl bidin li ser vê bingehê li Iraq û Rojhilata Navîn Kurdayetî bikin û li ser neteweyên din jî bixebitin ku ew jî di vê çarçoveyê de Erebbûn an jî netewebûna xwe bijîn.

Di vê çarçoveyê de divê ji nû ve pênaseya netewebûn û Kurdbûnê bikin û bi vî awayî gav ber bi pêş ve biavêjin. Eger wisa nebe em ê nikaribin ji vê xelekê derkevin ku ev nîv sedsal zêdetir e ku em di navê de dizivirin, her bi heman awayî em ê kevirên malê bibin serî û ew ê her bigindire bê jêrê. Pêşiyên me dibêjin, “Mirovê bi aqil du caran destê xwe naxe kuna ku mar pê vedaye! Ev çendîn care ev rêveberî û partî vê şaşîtiyê dikin. Eger em bihêlin ku careke din me bixapînin, em ê di ber vê de berpirsyar bin. Yek ji van kêmasiya ku em pê re rûbirû tên jî ew e ku em zû dîroka xwe ji bîr dikin û zû bi bangaşeyên hizbî bawer dikin.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Nûçeyê binirxînin.

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist