Çima yekîtiya netewî pêknayê?-Beşa 2

Şemî, 10 Gelawêj 2019 – 08:57  ​​​​​​​DANA OMER/ROJNEWS

Çima yekîtiya netewî pêknayê?-Beşa 2

​​​​​​​Gelek sedem hene ji bo pêknehatina yekîtiya netewî. Hinek ji van sedeman girêdayî hundirînin, hinek jî girêdayî ji derve ne ku peywendiya wan bi komplo û dagirkerên Kurdistanê û dewletên xwedî hêz re heye. Ya ku peywendiya wê bi hundirîn re heye jî ji ber berjewendiyên hizbayetî û xwesteka xwe ji yê din bêhêztir dîtinê ye. Em ê divê dosyayê de behsa sedemên pêknehatina yekîtiya netewî ya nava Kurdan bikin.


Ji dema avabûna partiyên siyasî li Kurdistanê ve gelek caran hewildan ji bo avakirina yekîtiya netewî çêbûne, lê her carek ji ber sedemek ev hewildan bê encam mane.

Di sala 1983’an de peymanek ji 9 xalan pêk dihat, di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) de ji bo hevre karkirinê hate îmzekirin. Ev lihevkirin heta 1986’an berdewam kir. Di sala 1986’an ev peyman ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)’ê ve bi yek alî hate hilweşandin.

Li ser hilweşandina vê lihevkirinê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Duran Kalkan wiha dibêje; “Di tebaxa sala 1985’an de bi navê PDK’ê daxuyaniyek hat dayîn, di wê daxuyaniyê de ji raya giştî re ragihandin ku wan ew lihevkirin hilweşandine. Yanî yên ji wê lihevkirinê derketin ne PKK bû. Yên ku lihevkirinê xera kirin û jê derketin PDK bû.”

Siyasetmedar û Çavdêrê Siyasî Dr. Fayeq Gulpî jî li ser vê lihevkirinê wiha dibêje; “Di bingeh de PDK’ê xwestibû ev lihevkirin were kirin, ji berku wê demê PDK di qada siyasî de hatibû paşxistin û YNK wê demê di Başûrê Kurdistanê de wek hizba sereke bû. Ji bo wê PDK’ê xwest bi vê lihevkirina li gel PKK’ê xwe bihêz bike. Dema bihêz jî bû bi yek alî ji lihevkirinê derket.”

Eniya CUD û CUQD

Di sala 1980’an de di nava hizbên Başûrê Kurdistanê de du enî hatin avakirin. Yek ji van eniyan Eniya Nîştimanî û Netewî ya Demokrasî Iraq (CUQD) bû, ev enî ji YNK’ê, Hizba Sosyalîsta Kurdistan, Herêma Serkirdayetiya Hizba Baas, Tevgera Sosyalîstên Erebî û Hizba Şue ya  Iraqê pêkdihat. Di nava vê eniyê de YNK serdest bû.

Eniya din jî binavê Eniya Nîştimanî Demokrasî Iraqê (CUD) bû. Ev enî jî pêkdihat ji Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), Hizba Sosyalîsta Kurdistan, Hizba Şue, Partî Sosyalîstî Kurd bûn. Di vê eniyê de jî PDK serdest bû.

Hizba Şue ya Kurdistan ji bo girtina hevsengiya herdû eniyan di herdu eniyan de bibû endam. Piştre Hizba Sosyalîsta Kurdistan jî bû endamê herdu eniyan. Lê ev yek nekarîn pêşî li şerê navxwe biparêzin.

Mamostayê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Helebce Dr. Selam Ebdulkerîm li ser van du eniyan wiha dibêje; “Herçendî ku ev herdu enî li ser esasê bihevre karkirin û yekîtiya nava Kurdan hatin avakirin, lê di encamê de malwêranî û şerê navxweyî derket.”

Eniya Kurdistanî

Piştî binketina sala 1988’an ya partiyên Başûrê Kurdistanê, hizba Baas hemû çiyayên Kurdistanê dagirkir. Li dijî gelê Kurd tawanê enfal û kîmyabaranê pêkanî. Di wê demê de hemû aliyên Başûrê Kurdistanê bihevre Eniya Kurdistanî avakirin. Avakirina vê eniyê bandora xwe li ser xebata siyasî li Başûrê Kurdistanê kir. Herwiha bandora xwe di raperîna sala 1991’an a gelê Başûr li dijî rejima Baas de hebû.

Dr. Fayeq Gulpî li ser avakirina Eniya Kurdistanî wiha dibêje; “Eniya Kurdistanî bi zextên hikûmeta Îranê hat avakirin. YNK’ê û PDK’ê lihevanî û eniyek da avakirin. Armanca Îranê ew bû ku carek din şerê Kurdan li gel rejima Baas bide destpêkirin. Her çendî ku ev enî bi pilanên Îranê hatibe avakirin jî, lê di raperîna gelê Başûrê Kurdistan a li dijî rejima Baas’ê de bi serkeftî bû.”

Heya avakirina Parlamentoya Herêma Kurdistan li Başûrê Kurdistanê jî desthilatdarî di dest dabû. Lê piştî avakirina parlamento û hikûmetê Eniya Kurdistanî hilweşiya. Lê ta radeyek yekîtiya nava Kurdan li Başûrê Kurdistanê berdewam bû. Lê piştî şerê navxwe yê sala 1994’an ku di navbera PDK’ê û YNK’ê de derket, alozî û nakokiyek kûr kete nava partiyên Başûrê Kurdistanê.

Parlamentoya Kurdistan li dervey welat

Di sala 1995’an de bi hewildanên çend aliyek û rewşenbîrên ji her çar parçên Kurdistanê li dervey welat Parlamentoya Kurdistanê hat avkirin. Ji piraniya partiyên Kurdan divê parlamentoyê de cih girtin. Piştre di sala 1999’an de navê wê hat guhertin û li şûna wê Kongra Netewî ya Kurdistan (KNK) hat damezrandin.

KNK’ê hem li hundir hem jî li dervey Kurdistanê gelek hewildan ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan kiriye. Gelek konferans, kongre û civîn lidarxist ku me di beşa yekem ya dosyê de behs kiribû.

Heme Emîn Pêncwênî yek ji damezrênerên Parlamentoya Kurdistan a li dervey welate û endamê KNK’ê ye. Li ser sedemên pêkanîna yekîtiya netewî dibêje; “Sedemên navxweyî ewe ku aliyên Kurdî ji bo pêkanîna yekîtiya netewî xwedî nêrînên ji hev cûda ne. Aliyên Rojhilatê Kurdistan li gora wan wisane ku divê herçar parçe di nava xwe de yekîtî avabikin, li gora pêwîstiyên parçeyên xwe. Piştre jî ji bo yekîtiyek netewî ya giştî pêk were komîsyonek were hilbijartin. Aliyên Bakurê Kurdistanê jî diyar dikin ku divê hemû aliyên herçar parçên Kurdistanê bihevre yekîtiya netewî avabikin. Aliyên Başûr jî diyar dikin ku hîna şert û merc pêknehatine ji bo pêkanîna yekîtiya netewî, dibêjin dewletên derdor wê dijbertiyê bikin. Nêrînek din jî heye dibêjin ger partiyên siyasî nikarin yekîtiyê avabikin, bila rewşenbîr û kesayetên naskirî vê yekîtiyê avabikin.”

Hewildanên sala 2013’an

Li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sala 2013’an civînek berfireh li Hewlêrê hate lidadarxistin. Di civînê de nûnerên piraniya partiyên Kurdistanî amadebûn. Yekem car nûnerên PDK’ê beşdarî civînê bûn. Armanca vê civînê avakirina yekîtiya netewî bû. Van civînan şeş mehan domand. Di van civînan de gelek komîsyon ji bo pêkanîna karên cûda cûda hatin avakirin. Ocalan pêşniyar kir ku Leyla Zana û Mesûd Barzanî bibin hevserokên kongreya netewî. Lê piştre ji ber astengiyan ev hewildan negihiştin encamê.

Heme Emîn Pêncwênî li ser van civînan got; “Dihat payîn ku ev civîn bigihin armanca xwe û piştî wê jî kongreya netewî pêkwere. Di nava xwe de li ser hinek tiştên teknîkî lihev nekirin. Lê sedema sereke ya pêknehatinê zextên ji derve bûn.”

Yekîtiya netewî stratejiye yan jî taktîke

Li gora nêrîna rewşenbîr û çavdêrên siyasî li cem PKK’ê hewildanên ji bo yekîtiya netewî û yekgirtina nava Kurdan stratejiye. Lê li gora hinek partiyên din yekîtiya netewî ji bo bidestxistina hinek berjewendiyan taktîkiye.

Têkildarî hewildanên pêkanîna yekîtiya netewî Heme Emîn Pêncwênî dibêje: “Dema di sala 1991’an de çûm li gel birêz Ocalan, wî qala giringiya yekîtiya netewî kir. Li cem wî gelek giringbû ku yekîtiya netewî pêkwere. Ji bo wê gelek hewildanên wî yên cidî çêbûn. Em dikarin bêjin PKK xwedî fikrekî yekîtiya ntewî ye û piştgiriyek xûrt jêre dike.”

Dr.Fayeq Gulpî jî dibêje, hemû hewildanên yekîtiya netewî ji aliyê PKK’ê ve çêbûne, yekîtiya netewî li gora PKK’ê stratejiye, lê li cem hinek aliyên din ji bo bidestxistina hinek berjewendiyan taktîkiye.

Hewildan berdewamin

Hîna hewildanên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî berdewamin. Rêvebirên PKK’ê û KCK’ê di daxuyaniyên xwe de bi giringî behsa yekîtiya netewî dikin û amadebûna xwe ji pêkanîna yekîtiya netewî re tînin ziman.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di hevdîtina xwe ya herî dawî de gotibû;  “Parçeyên Kurdistanê hemû bihev ve girêdayîne. Lê helbet hemû wekhev nîne û cûdabûnên xwe jî ji hev hene. Siyaseta Başûr di vî alî de şaştiyên wan hene. Parçeyên Kurdistanê tev hevdu bandor dikin. Têkoşîna herî xurt a Başûrê Kurdistanê di sala 1974’an de bû. Lê sedema şikestina wê çibû? Wê demê li Bakurê Kurdistanê, li rojhilatê Kurdistanê têkoşîna Kurdan tûne bû. Li Rojava hebû, piştevanî dikir. Bi tenê bû. Ji ber vê li wê xistin. Lê çima di sala 1991’an de encam girt? Em baş dizanin ku hereketa Başûrê Kurdistanê wê demê zehf xurt nebû. Lê derfetên avakirina sîstema xwe di asta navnetewî de çêbû. Sedema vê çi bû? Ji ber wê demê hereketa Bakurê Kurdistanê xurt bû. Ji ber wê Tirkiye digot, em lê bixin wê xilas bibe, yanjî bidinê wê xilas bibe. Di vê çarçoveyê de serokkomarê demê Turgut Ozal hevdîtin li gel berpirsên Başûr pêkanî. Wê demê nameya Ozal a ji bo Başûr bi rêya rojnamevan Cengîz Çandar min da Rêber Apo. Rêber Apo ji bo Mam Celal Talabanî got dikarin hevdîtin bikin û bi tifaqa me hevdîtin pêkanîn. Her wiha wê demê Mam Celal ji ber tifaq di navbera wan û PDK’ê de hebû, bi navê wan jî tevdigeriya. Hereketa Kurd li Bakur xurtbu, wan hereketa Başûr cidî girt. Herçend lewaz jî be, wê demê li Rojhilat jî hêzên Kurdî û pêşmerge hebû. Ev hevsengiyek çêdikir. Bi vî awayî zemîn pêkhat ku Başûrê Kurdistanê sîstema xwe ava bike. Dixwazim bêjim, weke ji van nimûneyan jî diyar dibe, peywendiya parçeyan bihevre heye, tu nikarî ji hev cûda bikî. Eger ji hev cûda bikî jî dijmin ji hev cûda nake. Di vê mijarê de kêmahî heye. Eger mirov bêje qet ciyewazî nîne, ew jî wê şaşbe. Her parçeyek xweseriya xwe heye, lê eger rabin bi temamî ji hev qut jî bikin,wê ev yek rast nebe.”

Herwiha Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat jî di hevdîtinek xwe rojên borî de gotibû; “Wezîfeyên girîng dikevin ser milê gelê me. Gelê Kurdistanê êdî ne ew gelê berê ye. Bi giranî bûye xwedî hest û hişmendiya neteweyî. Gihîştiye wê astê ku kes û hêzên ketine nava sekna xiyanetê bi hêsanî bigihîne ser rêya rast. Eger rewşenbîr, nivîskar, hunermend, hêzên demokratîk civakî, gelê me yê Başûr îradeya xwe ya yekîtiya neteweyî ya demokratîk bi xurtî diyar bikin, li dijî dagirkeriya faşîst a Tirk bi rengekî topyekûn berxwedanê bikin wê planên qirkirinê jî têk biçin.

PKK ji her şêweyên fedakariyê re amade ye

Hozat got, “Eger PDK feraset û nêzîkatiya xwe biguherîne û bi rengekî neteweyî tevbigere, wê karibe bi hêsanî xwe nêzî PKK’ê bike, wê tifaqa neteweyî ya demokratîk pêk were. Bi vî rengî wê Kongreya Neteweyî karibe pêk were, yekîtiya neteweyî biafire. PKK ji her demê bêhtir ji vê yekê re amade ye. Hema îro amade ye ku bi her şêweyî fedakariyê bike.”

Emê di beşa sêyem a vê dosya yê de behsa pilanên dewletan ên ji bo binxistina hewildanên yekîtiya netewî bikin.

(şk)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist