Civata Giştî ya Îslamî ya Kurdistanê serdana greva birçîbûnê ya Hewlêr kir

image_print

Duşem, 25 Mar 2019 – 19:48  HEWLÊR/ROJNEWS

Civata Giştî ya Îslamî ya Kurdistanê serdana greva birçîbûnê ya Hewlêr kir

Civata Giştî ya Îslamî li Kurdistan, bi armanca piştgiriyê serdana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kirin. Di serdanê de endamên şandeyê diyar kirin ku ew wekî Civata Îslamiya Kurdistan heya ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê rakirin wê piştgiriyê bidin çalakiyên li dijî tecrîdê.


Bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistan a li Hewlêr ev 125 rojin greva birçîbûnê ya dorveger di dome. Di heman demê de Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz jî ji roja destpêkê ya çalakiyê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Ev 125 rojin Yagiz tevî rewşa xwe ya xirab a tendirûstî, bi biryardariyek mezin çalakiya xwe di domîne.

Bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyê, şandeyek ji Civata Giştî ya Îslamiya Kurdistan serdan Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kirin. Di serdanê de şandeyê piştgiriya xwe ya ji bo greva birçîbûnê anî ziman.

Di serdanê de li ser navê şandeyê Serokê Civata Giştî ya Îslamiya Kurdistan Hafiz Ehmed axivî. Ehmed got; “Ev 40 salin Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi destxistina mafên rewa yên gelê Kurd xebat û têkoşîna xwe berdewam dike. Niha Ocalan dibin tecrîdekî girankirî de tê ragirtin. Ev yekjî li dijî hemû pîvanên yasayî û pîvanên mirovahiyê ye.”

Di dewama axaftina xwe de Hafiz Ehmed balkişand ser hewildanên şikandina tecrîdê û axaftina xwe wiha domand: “Di destpêkê de xuşka min Leyla Guven bi armanca şikandina tecrîdê, li girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Piştre ev çalakî belavî hercihî bûn û li cîhanê deng veda. Em wekî kesayetên olî hatine ji bo em carek din piştgiriya xwe ya ji bo grevê dubare nîşan bidin. Em ji çalakgeran re dibêjin, em jî wekî we, heya ku ev tecrîd li ser birêz Ocalan neyê bi dawî kirin, emjî wê di piştgirî û alîkariya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re berdewam bin.”

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist