Civînên Lijneya Nenavendî wê berdewam bikin

 Civînên Lijneya Nenavendî li Silêmaniyê berdewam dikin. Serokê Lijneya Amadekirina Reşnivîsa Projeya Nenavendî got;”Heta niha reşnivîsa projeyê nehatiye amadekirin. Wê civîna bê li gel pisporên nenavendî be.”


Lijneya Amadekirina Reşnivîsa Projeya Nenavendî li avahiya Parêzgeha Silêmaniyê ji bo girtina pêşniyar û nêrînên li ser sîstema nenavendî li gel nûnerên komên partiyan, nûnerên ciwanên îdareyên Germiyan û Raperînê, parêzgeha Helebce, Banka Herêmê, Rêveberiya Diyanetê û Rêveberiya hilberînê civiya.

Piştî civînê Cîgirê Serokê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê û Serokê Lijneya Amadekirina Reşnivîsa Projeya Nenavendî daxuyanî da û got;”Heykelê giştî yê projeyê hatiye dayîn. Em ê dest bi nivîsandina reşnivîsê bikin. Di pêşerojê de em ê serdana parêzgeha Dihok û Hewlêrê bikin. Ev ne tiştek taybet girêdayî Silêmaniyê ye. Ji ber ku wan jî heman pirsgirêka aborî û rêveberiyê heye.

Qala vê jî kir;”Mijara nenavendî qet ne siyasî ye. Em bi rêje daxwaza dahatan dikin, ne hemûyê. Projeyek dûr û dirêje.”

Têkildarî bandoriya sîstema federalî li ser nenavendî got;”Iraq ji dewleta federal pêk tê û herêma lokalî. Lewma wê di federalî de ti guhertin çênebin.”

Li gorî