Ciwanan derbarê bi cihbûna PDK’ê li Wertê de belavok belav kir

Şemî, 18 Avrêl 2020 – 12:33  NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanan derbarê bi cihbûna PDK’ê li Wertê de belavok belav kir

Ciwanan li Silêmanîyê di derbarê hêz şandina PDK’ê li Wertê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de belavok belav kirin.


Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer, îro li bajarê Silêmaniyê di derbarê bi cih bûna PDK’ê li Zînî Wertê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de belavok li welatiyan belavkirin.

Di belavokê de wiha tê gotin:

“PDK’ê di çarçoveya plana dewleta Tirk a dagirker ya dagirkirina Başurê Kurdistanê de hêz û cebilxane şandiye herema Zînê Wertê ya Qendîlê. Di nav hêzên PDK’ê de endamên MÎT’ê jî hene û ev endamên MÎT’ê li herêmê xebatên keşifê dikin. Piştî keşfê balafirên dewleta Tirk a dagirker bi seatan heremê bombebaran dikin.

PDK bi dagirkeriya Tirk re ketiye nava hevkariyê û îro li Zînê Wertê û Mexmûrê destê xwe davêje can û xwîna Kurdan. Dewleta Tirk a dagirker, dixwaze xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne. Ji bo vê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ji xwe re asteng dibîne û destpêkê dixwaze gerila tune bike. Ji ber vê jî êrîşî Qendîlê dike. Hêz şandina PDK’ê jî di vê çarçoveyê de ye. PDK dibe hevparê dagirkeriye Tirk û dihêle ku hemû axa Başurê Kurdistanê were dagirkirin.

Ji bo ku dewleta Tirk a dagirker li Başurê Kurdistanê were têkbirin divê destpêkê li Zînê Wertê were têkbirin. Divê ji îxanet û hevkariya PDK’ê re helwest were danîn û li dij bê derketin. Ger em ji PDK’ê re nebêjin bes e dibe ku sibe dereng be. Em îro ji bo Zînê Wertê dengê xwe dernexin dibe ku sibe Kerkuk jî û hemû başûrê Kurdistanê bi destê PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk de bê dagirkirin.”

(xb)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist