Ciwanan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî li dar xistin

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya li ser xaka Bakurê Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li hemberî gorên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê li Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê çalakiyeke bi meşale li dar xistin.


Li Silêmaniyê di pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer de li dijî dagirkeriya li ser xaka Bakurê Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li hemberî gorên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê Baxê Giştî çalakiyeke bi meşale hat lidarxistin.

Di çalakiyê de ciwanan pankarta, ‘Êrîşa li ser goristanên şehîdan berdewama tecrîda li ser Rêber Apo ye’ vekirin, wêneyên şehîdên meha Gulanê, al û posterên Rêber Abdullah Ocalan û meşale hildan.

Piştî çalakiyê li ser navê ciwanan Kaneh Xelîl daxuyanî xwend.

Xelîl diyar kir ku êrîşên li ser goristan û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Xelîl her wiha da zanîn ku li beramberî êrîşên li ser goristanan wê bêdeng nemînin û li her derê bi her cureyî wê dengê xwe bilind bikin.

Daxuyanî bi stranên şoreşgerî û dirûşman bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer xwestin bi meşeke meşaleyî helwesta xwe ya li hember êrîşên li ser goristanên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk nîşan bidin. Lê Asayîşa Silêmanî bi hinceta rewşa ewlehiyê destûr neda meşê. Ciwanan li ser vê yekê li Baxê giştî çalakiyeke bi meşale li dar xistin û bi daxuyaniyekî dawî li çalakiya xwe anîn.

(yş)