Ciwanê Bazyanî bi kursiya xwe tevlî merasîma Diyar Xerîb dibe

Îro serê sibehê gelê Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî merasîma bîranînê ya Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî bibin, berbi Raperîn ve birêketin. Di nava girseya gel de Îbrahîm Remoyê Bazyanî ku bi kursiya xwe tevlî merasîmê dibe balê dikişîne.


Ciwanê nikare bimeşe, li ser kursiya xwe wêneyê Diyar Xerîb li tîşortê xwe xistiye û posterê Ocalan rakiriye. Îbrahîm Remo li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê bihêrs û xemgîne.

Hejmareke berçav a jinan tevlî merasîmê dibin ûn reş girêdane. Her wiha ji her temenek mirov tevlî meş û merasîmê dibin.

Girseya ku li navenda bajarê Ranya kom dibin, wê saet 12.00’an ji Ranya berbi Qendîlê ve birê bikevin. Li Qendîlê beriya bigihijin Şehîdgehê wê dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê yên herêmî were şermezar kirin. Li Şehîdgehê jî wê peyam bên dayîn û gul deynin ser gora şehîdan.

(bz)