Ciwanê ji Qamişlo ku bi guleya hêzên Tirk birîndar bibû jiyana xwe jidest da

Yekşem, 3 Avrêl 2016 – 14:30 

Ciwanê ji Qamişlo ku bi guleya hêzên Tirk birîndar bibû jiyana xwe jidest da

Hêzên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê guleyan li seranserê Nisêbînê direşînin, zarokê bi navê Ebdilstar Cibara (16) ê li Qamişloyê ku nêzî Nisêbînê ye bi giranî birîndar kirin. Cibara tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.


NAVENDA NÛÇEYAN

Zarokê bi navê Ebdilstar Cibara yê 16 salî di 27’ê Adara 2016’an de li taxa Qudûrbeg a Qamişlo dema li kolanê dimeşiya, bi guleya leşkerên Tirk ku ji Nisêbînê avêtin, birîndar bû.

Ebdilstar Cibara yê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Wetanî ya li Qamişlo. Cibara ku ji wê rojê û vir li beşa Lênêrîna Giran têkoşîna jiyanê dida, nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Cibara ku îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da, birin Mizgefta Şileha ya li Taxa Bişêriyê. Cenaze wê îro li Goristana Taxa Qudûrbegê bê definkirin.

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist