Ciwanên Êzidî wê 1’ê Hezîranê kongre lidar bixin

Yekîtiya Ciwanên Ezidî (YCÊ) wê 1’ê Hezîranê kongreya xwe ya 2.emîn lidar bixin. Ji bo vê jî hîn ji niha ve xebatên amadekariyê li Şengalê destpêkiriye û gund bi gund civîn ji ciwanan re çêdikin.


Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) wê 1’ê Hezîranê kongreya xwe ya 2.emîn lidar bixin. Ji bo lidarxistina kongreyê jî ji niha ve xebateke berfireh a amadekariyê daye destpêkirin.

Rêveberiya YCÊ gund bi gund digerin û civînên amadekariyê lidar dixin. Divê çarçoveyê de îro li gundê Borik yê Şengalê destpêkê sînevîzyonek li ser têkoşîna ciwanên Êzidî hate nîşandan û paşê jî li ser amadekariya kongreya ciwanan civînek ji bo ciwanên gund hate çêkirin.

Têgotin ku wê ciwanên Êzidî ne tenê ji Şengalê wê ji gelek herêmên derveyî Şengalê jî tevlî kongreyê bibin.

Ciwanên Êzidî beriya fermanê jî rêxistinkirîbûn. Ciwan di bin banê Tevgera Demokratîk a Êzidiyan de xwe rêxistin kiribûn. 2013’an jî yekemîn konferansansa xwe li Şengalê ldiarxsitibûn. Piştî fermana 2014’an jî bi avabûna Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re xwe weke meclîsa ciwanên Êzidî li her devera Şengalê rêxistin kir.

Di 17’ê Tîrmeha 2017’an de jî ciwanên Êzidî 1.emîn kongreya xwe li Serdeşta çiyayê Şengalê lidar xistiye. Di vê kongreyê de navê xwe weke Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) guhert.

(bz)