Ciwanên Welatparêz bo avakirina platformeke hevbeş dest bi hevdîtinan kirin

Şandeyek ji Komelaya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi armanca avakirina platformeke hevbeş a ciwanan ji bo têkoşîna bi dagirkeriya Tirk re serdana ciwanên Tevgera Goran kirin. Ciwanên Tevgera Goran jî diyar kirin ku ji bo têkoşîna dijî dagirkeriya Tirk çi erk û berpirsyarî bikeve ser milê wan ew amadene pêk bînin.


Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer hewl didin li dijî dagirkeriya Tirk platformeke yekgirtî û hevbeş a ciwanên Kurd ava bikin.   

Bi vê armancê duh şandeyek ji Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Silêmanî dest bi geşta hevdîtinan kirin. Şandeya ciwanan a serdana ciwanên Tevgera Goran kirin û li ser dagirkeriya Tirk gotûbêj kirin. Şandeya ciwanan di hevdîtinê de behsa metirsiyên dagirkeriyê li ser destkeftiyên Kurdan û bi taybet jî Başûr kirin û îşaret bi girîngiya berpirsyarî û erkên ciwanên Kurd hate kirin.

Ciwanên Tevgera Goran yên şandeya ciwanan pêşwazî jî kirin germ nêzî fikrê avakirina platformeke hevbeş a li dijî dagirkeriyê bûn û diyar kirin ku ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk çi erk û berpirsyarî  bikeve ser milê wan ew amadene pêk bînin.