Cotyarên Deşta Şarezûr dest bi çandina zebeş û bacanê sor kirin

Çarşem, 15 Avrêl 2020 – 08:05  NAVENDA NÛÇEYAN

Cotyarên Deşta Şarezûr dest bi çandina zebeş û bacanê sor kirin

Cotyarên deşta Şarezûr bi hêviya bên firotin û rê li berhemên ji derveyî welêt tên werin girtin dest bi çandina zebeş û bacanê sor kirin.


Çandina zebeşan ku bi pêxistina agirê Newrozê re dest pê dike heta nîvê meha Nîsanê didome. Malbat ku bi komî tên nav zeviyan, hinek ji wan bi çêkirina gola avê hinek jî bi çandina şitlên zebeşan re mijûl dibin.

Li deşta Şarezûr heke ti nexweşiyek li ax û berheman nekeve zebeşên belek di nav 75 rojan de digihijin û çêdibin.

Cotyarê bi navê Necîm Reşîd ê ji gundê Şatwan ku di nav zeviyê xwe de şitlên zebeşan diçîne diyar kir, di destpêka meha biharê de şitlan diçînin û şitlên di bin naylonan de piştî 35 rojan dibin zebeş.

Necîm axaftina xwe wiha domand: “Ev çend sal e em zeviyê zebeşan bi sîstema boriyên plastîk di nav zevî de radixin û berheman av didin. Bi vî rengî, mesref zêde ye, lê berhem baştir û zûtir çêdibin. Gol jî heye, mesrefa wê kêm e, lê zehmet e.”

Necîm her wiha bal kişand ser mijara ku hikûmet û Wezareta Çandiniyê ti alîkariyê bi wan re nake û got, “Boriyên plastîk ji Îranê tên, gelek mesref lê diçe. Dîsa tovan em bi xwe dikirin û gelek caran derfetên cotyaran nînin bikirin.”

Yek ji pirsgirêkên din ên cotyaran ew e ku ji ber berhemên ji derveyî welat tên herêmê, nikarin berhemên xwe bifiroşin. Lewma gelek caran tevî zerarê jî dikin, neçar in bi nirxekî kêm berhemên xwe bifiroşin.

Cotyarê bi navê Hesen Elî jî li deşta Şarezûr zeviyekî nêzî 15 donim kiriye bacanê sor. Bi heman awayî fikara cotyar Hesen jî ew e, nikaribe berhemên xwe li bazarê bifiroşe û careke din bikeve bin deyn û mesrefeke zêde.

Cotyaran bi rêya Rojnews daxwaz ji Wezareta Çandiniyê kirin ku ji destpêka meha Hezîranê û pê ve destûr nedin bacanê sor û berhemên din ji welatên derve werin Herêma Kurdistanê.

Sala bihurî ji ber serma û barana dirêj kir, ziyan gihişt berhem û çandiniya deşta Şarezûr. Hikûmetê jî nikarîbû qet mesref û û zerara cotyaran dabîn bike.

(yş)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist