CPJ: Hîn jî kes nikare serdana nûçegihanê Rojnews bike

Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ a navnetewî di derbarê binçavkirin û wenda kirina nûçegihanê me Biryar Mihemed daxuyaniyek nivîskî belav kir. CPJ got ku hîn jî kes nikare serdana Biryar Mihemed bike.


Nûçegihanê ajansa me yê Hewlêr Biryar Mihemed di 21’ê Tebaxê de ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat binçavkirin û hîn jî aqûbeta wî nayê zanîn. Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ li ser malpera xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyek xwe de behsa nûçegihanên me kir û got; “Li gorî zanyariyên me ji edîtorê RojNews Soran Hisên wergirtî, Biryar Mihemed li ser nûçeyên xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin. Asayîş diyar dike ku Biryar bi awayek ne yasayî karê rojnamegeriyê kiriye. Lê hêzên ewlekariyê vê yekê jî bi fermî ranegihandine û ti daxuyanyek wan li ser nîne. Herwiha RojNews diyar dike ku Biryar Mihemed 2 sale weke nûçegihanê wan kar dike û endamê Sendîkaya Rojnamegerane. Hikumet pitgiriya sendîkayê dike.”

CPJ’ê di dewama daxuyaniya xwe de got ku rêveberê asayîşa Hewlêr Tariq Nurî diyar kiriye ku Biryar endamek pêşmerge bû, lê li gorî RojNews Biyar di sala 2016’an de ji pêşmergetiyê hatiye dûrxistin.

Edîtorê ajansa me Soran Hisên li ser binçavkirina Biryar Mihemed bi CPJ’ê re peywedî danî û ji CPJ’ê re got; “Em nizanin ji bo çi Biryar hatiye binçavkkirin. Lê li ser bombebaranên dewleta Tirk yên li herêma dibin desthilatdariya PDK’ê de nûçe çêkiriye.”

CPJ di dewama daxuyaniya xwe de dibêje; “Li gorî agahiyên me girtine, hîn jî ti kes nikare serdana Biryar bike.”

Hêjayî gotinê ye nûçegihanê me Zubêr Bradostî jî di 21’ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên çekdar yên ser bi PDK’ê ve li herêma Bradost hatiye binçavkirin. Ji wê rojê ve jî aqûbet Zubêr nayê zanîn.

 

(nr)