Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) li ser taloqkirina dadgehkirina girtiyên Behdînanê got, zêdetirî saleke bêy ku belgeyek hebe, aktivîstên Behdînanê di girtîgehê de tên hiştin.
Dihat payîn ku duh li Dadgeha Duwemîn a Ceza ya Hewlêrê girtiyên Behînanê yên bi navên Amir Xalid Egîd, Firset Ehmed Seîd, Cemal Xelîl Mecîd, Silêman Musa Ehmed û Silêman Kemal Silêman bihatana dadgehkirin. Lê dadgehê bi behaneya ku du dadwer ne amadene, runiştina dadgehê taloqî 21’ê Cotmehê kir.
Li ser taloqkirina dadgehê, Rêxistina CPT daxuyaniyek da û ragihand, ev cara sêyeme ev girtî danişîna dadgehkirina wan tên taloqkirin. CPT’yê got, “Ev girtî bêy ku qet belgeyek pê bawer hebe zedetirî saleke bi awayek ne rewa di girtîgehê de ne û rê nayê dayîn li gel parêzeran hevdîtin bikin.”
Rêxistinê diyarkir wan li ser mijarê li Hewlêrê li gel Seroka Nûnertiya Yekitiya Ewropa Mari Parê axivîne.
Hêjayî gotinê ye zêdetirî saleke nêzî 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê hatine binçavkirin. Li hinek ji wan hikum hatine birîn, hinek dosya wan li dadgehê ne bi encam nebûne. Hinek jî li benda dadgehkirinê ne. Girtî ne tên dadgehkirin nejî tên berdan.
(kş)