Cûdî: Famkirina felsefe û paradîgmaya Ocalan bersiva herî baş a komployê ye

 Nivîskar û Rojnameger Hesen Cûdî ku zêdetirî 7 mehan li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan maye got;"Bersiva herî baş a ji bo komployê navnetewyî famkirin  û pêkanîna fikir, felsefe û paradîgmaya Ocalan e."   


Nivîskar û Rojnameger Hesen Cûdî ku zêdetirî 7 mehan li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan maye der barê komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destpêkir, ji Rojnews'ê re axivî.

Hesen Cudî di sala 1997 û 1998'an de nêzî 7 melan li Sûriyeyê li gel Ocalan mabû. Demekê jî kamarevanê Ocalan bû. Hesen Cûdî eşkere kir ku komploya 9'ê Comtehê yekem car di çarçoveya lihevkrina Washingtonê ya di navbera YNK'ê û PDK'ê de hatibû ku Tirkiyeyê çavdêr dikir û Amerîka serpereştiya wê dikir û got;"Armaca wê derb danîna li Tevgera Azadîxwaza Gelê Kurd ya bi pêşengiya PKK'ê bû. Xwestin bi girtina rêberekî Tevgera Azadîxwaza Kurd ji rolê rabikin. Ev armanca sereke bû. Lê, gelek dewlet beşdar bûn ku her yekê kar ji bo parastina berjewendiyên xwe dikirin."

Hesen Cudî da zanin ku revendina Ocalan parçeyekî komployê bû û wiha domand;"Lê, komplo ne gihişt armanca xwe. Ji ber ku armanca bingehîn lawazkirin û ji holê rakirina Tevgera Azadîxwaza Kurdan bû. Lê, berevajî Tevgera Azadîxwaza Kurd ji revandina Ocalan heta niha 15 qadên din bi hêz bûye. Heta niha jî nekarine îradeya bi hêz a Birêz Ocalan, PKK û gelê Kurd bişkênin û wê qet nekarin jî. Bersiva herî baş a Rêber Ocalan a ji bo vê komployê pêşkêşkirina paradîgma û projeyên nû bû. Li gel vê yekê jî guhertina stratejîk a têkoşînê bû. Bi vê karî bersivek baş a komployê bide û armanca komplogeran hilweşîne."

Nivîskar û Rojnameger Hesen Cûdî eşkere kir ku tecrîda li ser Ocalan parçeyek ji komployê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî;"Dixwazin PKK'ê, Rêber Ocalan û gelê Kurd ji hev qût bikin. Çiqas bikarin baştir fikir, felsefe û pradîgmaya Rêber Apo fam bikin û pêk bînin, ji bo komployê dibe bersiva herî baş û şikandina tecrîdê. Li gel vê jî pêwîste dike ku gel zêdetir nêzî vê tevgerê bibe û asta çalakiyên xwe bilind bikin."

(ab)