Dagirkeriya Tirk li Amediyê hat şermezarkirin

Niştecihên qezaya Çemankê û gundewarên wê yên ser bi Amediyê îro bombebaran û dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û li ser gundên xwe protestokirin û pankartên li dijî bombebaranên Tirkiyê hildan.


Îro niştecihên gundên qezaya Çemankê ya ser bi navçeya Amediyê ya Dihokê li dijî bombebaran, şewitandina zeviyên Kurdan û valakirina gundan ya ji aliyê artêşa Tirk ve li Başûrê Kurdistanê tê kirin çalakiyeke protestoyî lidar xistin.

Di çalakiyê de destdirêjî û dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê hate şermezar kirin û banga xwedî derketina li axa Başûrê Kurdistanê li berpirsan hate kirin.

Çalakiya hevbeş a niştecihên Çemankê û gundewarên wê li navenda Çemankê pêkhat. Welatiyan nerazîbûnên xwe bi dirûşmên, “Na ji bo bombebaranan”, “Na ji bo şewitandina zeviyan”, “Na ji bo valakirina gundan” anîn ziman.

Hêjayî gotinêye ku wê ciwanên herêma Silêmanî jî îro bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li parka Nalî ya Silêmaniyê çalakiyek lidar bixin.

(bz)