DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê êrîş kir: 2 leşkerên Iraqê mirin

image_print

Yekşem, 19 Avrêl 2020 – 14:55  HEWLÊR/ROJNEWS

DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê êrîş kir: 2 leşkerên Iraqê mirin

Di êrîşa çeteyên DAIŞ ya li Herêma Mexmûrê de, 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin. Operasyona hemberî çeteyên DAIŞ’ê li herêmê dewam dike.


Çeteyên DAIŞ li ser rêya navbera gundê Elîreş û Berdispî ku di keve bin çiyayê Qereçox a ser bi navçeya Mexmûr a ser bi Musilê, êrîşek pêkanîn.

Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine wergirtin, di encama êrîşa çeteyan de, 2 leşkerên Iraqê yên taxima 3 ya ser bi Lîwaya 50 a fermandariya 14 ya artêşa Iraqê mirine. Hate zanîn ku ji bo dîtina çeteyên DAIŞ’ê operasyona li Herêmê dewam dike.  

Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li Herêma Mexmûrê zêde bûye û êrîşan pêktînin.

 

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist