Li bajaroka Gulale ya Xaneqînê çeteyên DAIŞ’ê stasyona ceyrane şewitand.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, şeva borî komek çeteyên DAIŞ’ê xwestin bikevin taxa Şehîdan a Gulale, lê hêzên artêşa Iraqê rê li pêşiya wan girt û demekê di navbera wan de şer rû da.
Berpirsê Komîteya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Gulale Xelid Xudad ji Rojnews’ê re got;”Her şava borî çeteyên DAIŞ’ê li gundê Seydcebar ku dikeva ser siya Xaneqîn û Gulale stasyonek ceyrana Gulale şewitandin. “
Ev çend roj in çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bikevin bajaroka Gulale.
(ab)