Daxuyaniya KCK’ê li ser darbeyê: Şerê desthilatdariya AKP’ê ye

Şemî, 16 Tîrmeh 2016 – 11:58 

Daxuyaniya KCK’ê li ser darbeyê: Şerê desthilatdariya AKP’ê ye

KCK diyar kir ku ya ku diqewime; ji bo rêvebirina sîstema siyasî ya dijminê Kurdan û demokrasiyê ye, şerê desthilatdariyê ye. Lewma nepêkan e hêzên demokrasiyê li aliyekî vî şerî cih bigirin.


NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, hewldana darbeyeke leşkerî, ku hê nasname û armancên wê nediyar e, pêk hatiye û got, “Balkêş e, di van rojên ku tê gotin Tayyîp Erdogan wê di civîna şûra leşkerî de generalên nêzî xwe li qedemeya fermandariyê bi cih bike, ev hewldan hatiye kirin. Aliyekî din ê vê darbeyê jî ew e, ku di demeke nîqaşên berfireh li ser polîtîkaya derve ya desthilatdariya AKP’ê ya faşîst tê kirin de, pêk hatiye.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya li ser mijarê wiha dewam kir:

Hewldana darbeyê nîşan dide ku li Tirkiyê demokrasî nîne

“Kîjan hêzên siyasî yên hundir û derve di nav de bila be, ji ber kîjan sedemê ev şerê desthilatdariyê tê meşandin bila bê meşandin, ev rewş ne pirsgirêka parastin an jî neparastina demokrasiyê ye. Berevajî, ev rewş nîşan dide ku li Tirkiyeyê demokrasî nîne. Cihên ku şerê bi vî rengî yê ji bo bidestxistina desthilatdariyê lê diqewimin, welatên ne demokratîk in. Li welatên bi vî rengî, hêzeke otorîter ji bo têkbirina hêza din a otorîter, di nava şert û mercên guncaw de dikeve nava hewldana darbeyê. Ya ku li Tirkiyeyê hat kirin jî ev e.

Erdogan û galdyoya qesrê beriya niha jî darbe kiribûn

Beriya niha bi salekê, Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê MHP, hemû hêzên faşîst, hêzên leşkerî yên neteweyî ku weke Ergenekonî tên pênasekirin û beşek ji artêkê ber bi xwe ve kişandibûn û li hemberî encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê darbe kiribûn. Li dijî vîna demokratîk a gel, ku di encama hilbijartinê de derket holê, darbeya qesrê hatibû kirin. Çawa ku dema hêzên demokrasiyê hinekî bi hêz dibin, Kurd hinekî xwe bi rêxistin dikin û dibin xwedî îrade darbe tên kirin, ji ber heman sedemê darbe li encamên hilbijartinê yên 7’ê Hezîranê jî hat kirin. Faşîzma AKP’ê ji bo Tevgera Azadiye ya Kurd û hêzên demokrasiyê têk bibe, bi hemû hêzên faşîst û beşek ji artêşê ku serokê fermandariya giştî jî di nav de ye, tifaq kir. Berê artêşê da bajar û bajarokên Kurdan, bajar da şewitandin û xerakirin û bi sedan sivîl da qetilkirin. Ji bo artêş ji van sûcên xwe neyê darizandin, qanûn derxist. Ji ber vê yekê rewşenbîran û hêzên demokrasiyê destnîşan kirin, ku desthilatdariya AKP’ê veguheriye desthilatdariyke wesayeta leşkerî qanûnî û rewa kiriye.

Beşek leşkeriyê li hember beşek din darbeyê dike

Beriya hewldana darbeyê ya duh jî rejîmeke wesayeta leşkerî hebû. Lewma ya ku pêk hat, hewldana darbeyê ya beşek leşkeriyê li hemberî beşeke din a leşkeriyê ya niha serdest e. Ji xwe, ji ber vê yekê, derdorên heta niha dixwestin artêş darbeyê bike, vê carê wesayeta leşkerî qebûl kirin û li cem Tayyîp Erdogan cih girtin. MHP û hêzên neteweperest şovenîst, ji destpêkê ve li cem Gladyoya Qesrê û hevalbendên wê yên faşîst cih girt. Ji vê jî tê fêmkirin ku ya qewimiye, têkoşînek di navbera dijberên demokrasiyê û alîgirên demokrasiyê de nîne.

Piştî vê hewldana darbeyê, nêzîkatiya ‘mîna ku Tayyîp Erdogan, Gladyoya Qesrê û desthilatdariya AKP’ê ya faşîst desthilatdariyeke demokrat e’ ji vê hewldana darbeyê bêhtir xetere ye. Eger şerê desthilatdariyê yê navbera hêzên otorîter, despot û dijminê demokrasiyê weke têkoşîna navbera dijber û alîgirên demokrasiyê were nîşandan, ev yek wê were wateya rewakirina desthilatdariya heyî ya faşîst û despot û nixumandina vê rastiyê.

Hêzên demokrasiyê li gel aliyê şer cih nagirin

Li Tirkiyeyê, ne desthilatdariyeke sivîl heye, ne jî têkoşîneke demokrasiyê ya hêzên demokratîk a li hemberî darbekaran heye. Ji bo rêvebirina sîstema siyasî ya dijminê Kurdan û demokrasiyê, şerê desthilatdariyê heye. Lewma nepêkan e hêzên demokrasiyê li aliyekî vî şerî cih bigirin.

Ev darbe beriya her tiştî ji aliyê AKP’ê ve hatiye kirin

Eger li hemberî demokrasiyê darbeyek hatibe kirin, ev yek beriya her tiştî ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ya faşîst ve hatiye kirin. Kontrolkirina tevahiya dadgeriyê, li gorî hejmara xwe ya parlamenteran derxistina her şêwe qanûnên faşîst, rakirina destnedana parlamenteran, girtina hevşaredaran, ji wezîfeyêxistina hevşareadaran û bicihkirin qeyûman, girtina bi hezaran siyasetmedarên HDP û DBP’yî, darbeya herî mezin a li hemberî demokrasiyê ye. Ji xwe niha li Kurdistanê, li dijî gelê Kurd êrîşên mêtînger û faşîst tê kirin ku di ti serdemeke darbeyê de di vê astê de nehatibûn kirin.

Ya Tirkiyê ber bi vî şerî ve biriye, desthilatdariya AKP’ê ye

Ya ku Tirkiye xistiye nava şerekî bi vî rengî desthilatdariya AKP’ê ye, ku veguheriye hikûmeteke şer a li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê. Bi karakterê xwe yê yekparêz, hegemonîk û nedemokratîk, Tirkiye xistiye nava şer û kaosê. Ji xwe, bi şerê li hemberî gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û her kesên ne ji xwe, Tirkiye xistiye nava şerekî navxweyî yê herdemî.

Hewldana dawî ya darbeyê jî nîşan daye, ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi rizgariya ji desthilatdariya faşîst a AKP’ê û bi xwegihandina rêveberiyeke demokratîk heye. Rewşa heyî, rizgariya ji desthilatdariya faşîst, hegemonîk û tekparêz a heyî ferz dike û demokratîkbûyînê jî weke pêwîstiyeke lezgînî nîşan dide.

Di vê çarçoveyê de, ya ku dikeve ser milê hêzên demokrasiyê ew e; piştî vî şerê qewimiye, nehêlin pêkanîn û karakterê desthilatdariya AKP’ê ya faşîst di bin navê demokrasiyê de bê nixumandin û rewakirin. Bi têkoşîna xwe ve tifaqeke demokrasiyê ava bikin, ku bi rêya vê karibin Tirkiyeyê demokratîk bikin. Pêwîste ev hewldana darbeyê, têkoşîna li dijî faşîzma AKP’ê sist neke, berevajî divê ev têkoşîn were xurtkirin, Tirkiye ji nava vê kaos û rewşa şer bê derxistin û Tirkiyeyeke demokratîk were afirandin.”

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist