کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 24, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Daxwaz ji rêxistinan kirin ku serdana herêmên çekên kîmyawî lêhatine bikaranîn bikin

  ROJNEWS- QENDÎL
08/11/2021 - 7:32:47 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

ELÎ QADIR / ROJNEWS

Welatiyên Binarê Qendîlê diyar kirin ku divê gel li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk bi kar tîne dakeve qadan û bang li rêxistinan kirin ku ji bo lêkolînê serdana wan cihên çekên kîmyawî hatine bikaranîn bikin.

Welatiyên Binarê Qendîlê têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên azadiyê û sivîlan bikar tîne ji Rojnews’ê re axivîn.

Hevşaredara Şaredariya Binarê Qendîlê Awaz Îsmaîl got: “Dewleta Tirk a dagirker di êrişên hewayî û bejahî de şikestiye, lewma çekên qedexekirî yên kîmyawî bi kar tîne. Bikaranîna van çekan dûrî hemû nirxên mirovahiyê, exlaq û wijdanê ye.”

Awaz Îsmaîl diyar kir ku berxwedan û têkoşîn ne teyê erka gerîlaye, erka her kesê ye û bi taybet Başûrê Kurdistanê ye ku divê mil bi milê gerîla parastina xak xwe bikin û wiha domand: “Divê welatî li benda aliyên siyasî nerawestin û dakevin qadan. Ji ber ku aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe û tîjekirina berîka xwe siyasetê dikin.”

Hevşaredara Şaredariya Binarê Qendîlê Awaz Îsmaîl bang li hemû rêxistin û aliyên peywendîdar kir ku serdana wan herêmên ku çekên kîmyawî hatine bikaranîn bikin û bi çavê xwe bibînin û helwestek cidî nişan bidin.

Welatiye Binarê Qendîlê Çiya Serdeşt jî got: “Divê gelê me dakeve qadan û ji Neteweyên Yekbûyî re bêje, çekên kîmyawî li dijî me tê bikaranîn. Daxwazê jê bike ku bi cidî bê li ser xetê, heta ku êdî çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd neyê bikaranîn. Mixabin berpirsan xwe firotine dewleta Tirk a dagirker. Li ber çavê wan çekên kîmyawî tê bikaranîn û li hember ti helwestê nîşan nadin. Ji ber ku weke bazirganekê nêzî gelê Kurd dibin.”

Li gorî bîlançoya HPG’ê ji  23’yê Nîsanê ve dewleta Tirk 323 caran çekên kîmyawî bi kar aniye  û ji ber êrişan kîmyawî 38 gerîla şehîd bûne. Li herêma Behdînan jî ji ber çekên kîmyawî sivîl birîndar bûne.

(ab)

 

Nûçeya berê

Nivîskar Teyfurî: PKK’ê karî Kurdan ji tinebûnê biparêze

Nûçeya pişt re

Xwe bi hunerê dide îfadekirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Wê Însiyatîfa Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê ber bi Behdînanê ve bi meşin

Wê Însiyatîfa Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê ber bi Behdînanê ve bi meşin

Gulan 24, 2022
Gerîlayan lêxist: 19 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayan lêxist: 19 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gulan 24, 2022

Xizmên şehîdên Axcelerê: Duh Baas, îro jî dewleta Tirk bombe li me dibarîne!

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Herêma Kurdistanê hîn jî kujerên Çelebî negirtine!

KNK di salvegera damezrandina xwede peyamekî belav kir

Nûçeya pişt re
Xwe bi hunerê dide îfadekirin

Xwe bi hunerê dide îfadekirin

Yên Li Pêş

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Gulan 24, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah ya ser bi bajaroka Gulale komkujiyeke din pêkanîn, di encamê de ji malbatekî 6 kes...

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Gulan 24, 2022

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Çiro Hemeşerîf, li ser bêdengiya Hikumeta Iraqê ya li beramberî bombebarana dewleta Tirk hişyarî da...

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Gulan 23, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Taze Xurmato ya Kerkûkê êriş kirin, 6 welatiyan jiyana xwe ji destdan. Piştre jî di navbera...

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Gulan 24, 2022

Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed ya li xebatên xwe li jêr sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Niwêger dimeşîne, ji...

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Gulan 24, 2022

Cenazeyê Mihemez Zekî Çelebî yê di encama êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû û duh berbi...

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Gulan 23, 2022

Cenazeyê Penaberê Siyasî û xwediyê xwaringeha Denîz piştî ku ji morga Silêmaniyê hate wergirtin berbi cihê lê hatî qetilkirin ve...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist