Dayîka Şehîd Nebez: Ez bi kurê xwe serbilindim ew di rêyek pîroz de şehîd bû

Duh Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê nasnameya gerîlayek şehîd yê xelkê Helebce ku di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk de li Zapê şehîd bibû aşkere kiribû. Dayîka gerîlayê şehîd di şîna kurê xwe de got: "Ez bi şehadeta Kurê xwe serbilindim ku ew di  rêyek pîroz de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bû."


Duh piştî ku Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê nasnameya gerîlayê PKK'ê Nebez Letîf binasnav Fedekar Şerezurî ku xelkê Helebce ye di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk de li Zapê şehîd bibû aşkere kir, konê sersaxiyê li gundê Şekî yê ser bi parêzgeha Helebce hate danîn. Di roja duwem ya sersaxiyê de xizmên şehîd, nûnerên Tevgera Azadî, nûnerên Eniya Demokrasiya Gel, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê û xelkê deverê di merasîma sersaxiyê de amade bûn. Di saetên êvarê de jî merasîma sersaxiyê bi dawî hat.

Dayîka şehîd Nebez Letîf Nazenîn Mihemed Emîn, sipasiya hemû kesên ku beşdarî merasîma sersaxiyê bûne kir û wiha got; "Ez bi kurê xwe serbilindim ku dirêyek pîroz de û di xebatek li dijî dewleta Tirk de şehîd bû."

Xaleta şehîd Nebez Rehîme Mihemed  jî wiha qala şehîd Nebez kir, "Nebez li Ewropa jiyan dikir, ew du meh bûn vegeriya bû Kurdistanê, ji ber heskirina xwe ya bi Kurdayetî û PKK'ê re wî çek rakir û li dijî dagirkeriyê dest bi têkoşînê kir."

Pismamê Şehîd Nebez Ehmed Salih jî got; "Li ser navê malbata şehîd ez daxwaz ji aliyên siyasî dikim ku ji bo serkeftina Kurdistanê yekitiya xwe çêkin, ji berku tenê rêya serkeftinê yekgirtine."

Şehîd Nebez Letîf  di bombebarana artêşa Tirk ya di 2'ê Hezîranê de li Zapê şehîd bibû.

(şk)