Dayîka Xerîb behsa kesayetiya kurê xwe dike

Dayîka şehîd Diyar Xerîb behsa kesayetî û taybetmendiya kurê xwe kir û got; “Ji ber ku Diyar Xerîb serê me di hemû Kurdistanê de bilind kiriye, em bi şehadeta kurê xwe serbilindin.” Dayîka Xerîb da zanîn ku Xerîb dihat heskirin û gelek taybetmendiyên wî yên baş hebûn. Dayîka Xerîb got ku ewê her tim rêbaza wî bişopînin.


Dayîka endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê şehîd Diyar Xerîb, Seade Nasir ji ajansa me re behsa kesayetî, taybetmendî û rolê Xerîb kir.

Seade Nasir balkêşa ser zarokatiya şehîd Diyar Xerîb û got; “Gelek taybetmendiyên wî yên baş hebûn, ez nizanim çawan behs bikim. Mirovek hêmin û bêdeng bû. Di dibistanê de gelek zîrek bû û her sal pile werdigirt. Qurana pîroz jî xetim kir. Bi derdor re baş bû, bi taybet gelek ji bira û xwişkên xwe hez dikir. Mirovek ne tema bû û jîr bû. Paqij bû, dema dibistana seretayî dixwend, kêmek pere dîtibû. Pereyê dîtî anî da min û got ku bibe bide xwediyê wî.”

Dayîka Xerîb behsa dema destpêkê ya şoreşgertiya Xerîb kir û got; “Dema ku dibistan diketin betlaneyê, hertim havînan diçû gund. Gelek ji gund hez dikir û li mala bapîrê xwe di ma. Zêdetirî xwe bi birayê xwe şehîd Dilêr re diçûn gund. Wê demê Mame Rîşe yê pêşmerge li gundê me bûn. Diyar bi Dilêr re diçûn li gel Mame Rîşe û pêşmergeyan.”

Şehîd Diyar Xerîb di sala 1996’an de tevlî nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Beriya ku tevlî nava refên PKK’ê bibe, li gundê xwe yê dikeve ser bajarokê Sêwsênan a navçeya Qeredax nêzî mehek dibe mamosta û dest bi kar dike. Dayîka Xerîb di dewama axaftina xwe de got; “Rojek hat mal û xwe amadekiribû. Ji min re got ku ezê biçim Hewlêr, tu piştre ji bavê min re bêje. Min jî jêre got tû wê ji bo çi biçî? Got karê min heye, lê tu ji bavê min re bêje. Piştî wê 3 mehan me zanî ku tevlî nava refên gerîlayan bûye. Diyar Xerîb ji bo perwerdeyê çûbû li gel Rêber Ocalan li Şamê.”

Dayîka Xerîb Seade got ku Diyar di sala 1997’an de hat û ji wan re got ewê biçe Suriye û gel Rêber Apo û wiha pêdeçû; “Wê demê min nedixwest biçe, lê ew bi israr bû ku biçe. Çû û piştî wê 13 mehan vegeriya Silêmaniyê.”

Ji bilî Diyar Xerîb, kurek din yê Seade ê bi navê Dilêr di raperîna sala 1991’an de li Kerkûk şehîd bûye. Dayîka Xerîb got ku ji ber ku Diyar Xerîb serê wan di nava hemû Kurdistan û welat de bilind kiriye, ew bi şehadeta kurê xwe serbilidin.

Dayîka Xerîb got; “Emê ti carî dev ji rêbaza wî ne bernedin.”

(nr)