Dayîkên Rojavayê Kurdistanê yên tevlî çalakiya konvedanê ya dijî êrîşên PDK’ê yên li ser gerîlayên bûne, banga bi dawî anîna li hevkariyê bi dagirkeran re li PDK’ê kirin û ev peyam dan: “Heya em cenazeyên gerîlayên xwe ji destê PDK’ê dernexin, emê dest ji hewldanên xwe bernedin. Divê gelê Başûr ji PDK’ê re qebûl neke û bêdengiyê bişkîne.”
Ji 5’ê Cotmehê ve gelê Rojava bi pêşengiya malbatên şehîdan û dayîkên aşitiyê çalakiya konvedanê li beramber deriyê Pêşxabûr dane destpêkirin. Çalakî Îro di roja xwe ya 11’an de ye.
Dayîkên ku xwestin derbasê Başûrê Kurdistanê bibin û peyama xwe bigihînin rayedarên Başûrê Kurdistanê lê ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Pêşxabûrê ve hatin astengkirin, ji ajansa me re axivîn.
‘Heya em cenazeyên gerîlayên xwe negirin, emê ji vir neçin’
Dayîka bi navê Wesfe Mirad ku tevlî çalakiyê bûye, daxwaza cenazeyê gerîlayên bi destê PDK’ê hatine şehîd xistin dike û nerazîbûna xwe bi van gotinan tîne ziman: “Em ji bo piştgiriya zarokên xwe yên gerîla li virin û daxwaza cenazeyên gerîlayên xwe yên li Xelîfan ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîd xistin dikin. Banaga me li PDK’ê ewe ku dawî li van kiryarên xwe bîne û dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.”
‘Divê gelê me yê Başûr li dijî van kiryarên PDK’ê rabin’
Dayîka Wesfe bang li gelê Başûr jî kir, hew ji PDK’ê re qebûl bikin û wiha axivî: “Em bang li PDK’ê dikin, dawî li van kiryarên xwe bîne û dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re bikişîne. Divê PDK bizane emê timî li pişt zarokên xwe rawestin û di nava çalakiyê de bin. Em bang li dayîk, jin, ciwan û tevahî gelê Başûr dikin, li dijî van kiryarên PDK’ê rabin ser piyan. Divê em bi kuştina xwişk û birayên xwe keyfa dijmin bixwe neyênin. Em bang li rêveberiya Başûr jî dikin, li dijî van kiryaran xwedÎ li nasnameya Kurd û gelê xwe derkevin.”
‘Rê nedan em peyama xwe bigihînin Başûr’
Dayîka Xirme Elî Xelef jî ku beşdarê çalakiya ber deriyê sînor ya dijî PDK’ê bûye, diyar kir asayîşa PDK’ê rê neda ew peyama xwe bigihînin Başûr û wiha pêde çû: “Ez weke dayîkeke aşitiyê ya gezep şewitî tevlî çalakiyê bûme, ji bo cenazeyê şehîdên xwe ji PDK’ê bigirin. Me nameyek li gel xwe anî, ji bo bibin Başûr, lê PDK destûr neda û 4-5 saetan li ber tavê da sekinandin. Nehiştin em peyama xwe bigihînin berpirsên eleqeder yên Başûr. Armanca me ew bu ku em cenazeyên xwe bigirin.”
‘Dayîkên Başûr bila li beramber van kiryarên PDK’ê bêdeng nemînin’
Dayê Xirme ku kiryarên PDK’ê şermezar dike, axaftina xwe bi van gotinan didomîne; “Ez weke dayîkekî van kiryarên PDK’ê yên dijî gerîlayên me şermezar dikim. Ez weke dayîkek gezep şewitî hatime vir. Em naxwazin nexweşî rû bide. Lê heya em cenazeyên gerîlayên xwe ji destê PDK’ê dernexin jî, emê ranewestin. Emê heya dawiyê li hember van kiryarên PDK’ê li berxwe bidin. Eger îro ji min were xwestin ez amademe ji bo gerîlayên xwe heya Qendîl û çiyayên din ên Kurdistanê biçim. Amademe cenazeyên şehîdên xwe ji destê vê dijminê hov derxînim. Daxwazê ji dayîkên Başûr dikim, bêdengiyê bişkînin û li dijî van kiryaran rabin.”
(bz)