'Dema DAIŞ nêzî Hewlêrê bû tenê gerîla û çend xwebexşek mabûn'

Çavdêrê siyasî Elî Mehmud qala rolê gerîla li Başûrê Kurdistanê kir û got, dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşê navçeya Mexmûrê kirin û şer nêzî Hewlêrê bû, tenê gerîla û beşek biçûk ya xelkê xwebexş mabûn. Herwiha Elî Mehmud daxwaz kir ku gerîla Başûrê Kurdistanê bi parêzin.


Her çendî ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê de gerîlayên PKK'ê ji Gulale (Celewla), bigre ta Kerkûk, Mexmûr, Şengal û gelek cihên din li dijî çeteyan şer kirin û gelek şehîd dan, lê hîna desthilata Herêma Kurdistanê hebûna gerîlayên PKK'ê li Başûrê Kurdistanê nerênî dibîne û qebûl nake. Li ser vê mijarê Çavdêrê Siyasî Elî Mehmud ku yek ji şahidên dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşê navçeya Mexmûrê kiri ye, li ser rol û berxwedaniya gerîla ya li Başûrê Kurdistanê ji Rojnews'ê re axivî.

Elî Mehmud şahidê dema dagirkirina navçeya Mexmûre ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin, wiha qala wê demê dike; "Li bîra min tê dema ku çeteyên DAIŞ'ê navçeya Mexmûrê dagirkirin,10 ta 12 xwebexşên ji Başûrê Kurdistanê li gel komek gerîla li ser çiyayê Qereçoxê mabûn. Mana wana di wê demê de gelek giring û bibandor bû. Ji berku wê demê ne pêşmerge nejî xelkê Mexmûrê li navçeyê nemabûn. Ger em wêneyê wan rojên dîrokî li bîra xwe bînin, wê were dîtin ku gerîlayên PKK'ê berxwedanek mezin kirin. Di wê demê de jî armanca gerîlayan tenê parastina xaka Başûrê Kurdistanê bû."

Di dewama axaftina xwe de Elî Mehmud qala metirsiya wê demê ya li ser Hewlêrê jî kir û got; "Ez weke şahidek li ser çiyayê Qereçoxê min dît ku metirsiyek mezin nêzî Hewlêrê bibû. Beşek zêde ya rêya Hewlêr-Mexmûr û Hewlêr-Guwêr hatibû vala kirin. Tenê gerîla û ew koma biçûk ya xwebexşên Başûrê Kurdistanê li wan cihan mabûn. Ji bona wê daxwaz dikim ku gerîla bi heman awayî berdewam bin di parastina xaka Başûrê Kurdistanê de."

Herî dawî jî Elî Mehmud daxwaz kir ku gelê Kurd li dijî pilan û dagirkeriyên Tirkiye, Îran û welatên cîran yekitiya xwe pêkbînin û bibin xwedî yek helwest.

(şk)