Dema qanûna terorê bidawî bû, parlamento nîne ku dirêj bike

Şemî, 16 Tîrmeh 2016 – 13:16 

Dema qanûna terorê bidawî bû, parlamento nîne ku dirêj bike

Îro roja şemiyê dema qanûna hêjmar 3 ya pêşîgirtin li terorê li Herêma Kurdistan- Iraqê ku ji 18 madeyan pêk tê, bidawî dibe. Parlamenterek jî dibêje: “Erka parlamentoyê ku vê mijarê çareser bike.”


HANA AZAD / HEWLÊR

Endamê Kar û Barê yasayê li parlamentoya Herêma Kurdistanê, Enwer Qadir, ji ajansa me re axivî û got: “Xebatkirin yan jî nekirin li ser qanûna terorê pêwîste li parlamentoya Herêma Kurdistanê çareser bibe. Ji ber ku derveyî parlamento ti sazî û dezgehek xwedî wê mafê nîne ku dema wê qanûnê dirêj bike.”

Enwer Qadir di berdewama axaftina xwe de wiha pêde çû: “PDK hewl dide bi rêya Encumena Konseya Herêma Kurdistanê dema yasaya terorê dirêj bike. Lê belê Encumena Konseyê nihare şûna parlamentoyê bigire. Her hewldanek di vê der barê de were kirin jî ne yasayî ye.”

Endamê Komisyona Yasa li parlamentoyê her wiha dazanîn; “Hatiye pêşniyarkirin ku bi ev mijar bi qanûna ceza ya Iraqê çareser bibe. Lê belê ji bo vê yekê divê di serî de parlamentoya Herêma Kurdistanê mijarê çareser bike.”

Cîgirê Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Îmnîkî ku bixwe PDK ye, beriya niha xwestibû ku qanûna terorê ji aliyê Encumena Konseya Herêma Kurdistanê ve were dirêjkirin. Lê belê 6 komên di parlamentoyê de dengê nerazî nîşan dan û rê nedan ku ev mijar bikeve meriyetê.

Hêjmara 3 ya pêşîgirtin li terorê li Herêma Kurdistanê di sala 2006’an de di parlamentoyê de hat erêkirin. Heta niha jî sê caran dema wê hatiye dirêjkirin.

(ge)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist